Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heleb; kî çi dike?

ANALÎZ

NAZDAR EBDÎ

Tîfaqa Rûsî – Tirkî ya radestkirina Helebê beramberî Babê, ji ber nerazîbûna Îranî niha li eniya hevalbendên rejîma Sûriyê veguheriye girêka Gordion. Rûsiye dixwest Helebê ji çeteyan paqij bike û weke serkeftinekê ji xwe re tomar bike. Ev serkeftina Rûsya ku bi tîfaqa bi dewleta Tirk ya li ser radestkirina herêma Şahbayê pêk dihat, rejîma Sûriyê û îran ku wek hêzeke li Sûriyê nerazî xuya ye.

Heya niha gavên ku Tirkiye xwest li gorî tîfaqa navborî bi Rûsya re li ser Şehbayê biavêje û pêşve were, rastî nerazîbûna Îran û rejîma Sûriyê hat. Ev di 24’ê Mijdarê di êrîşa balafirek nenas li dijî nuqteyeke artêşa Tirk a li Bakurê Babê ku di encamê de 3 leşker hatin kuştin. Bi taybet piştî ku duh Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê ya Antaliyeyê ya li gel hemkarê  xwe yê Tirkî Mewlûd Çavuşoglo de daxuyandibû ku: “Tu têkilya Rûsiye, Sûriye û hêzên wan bi êrîşa asîmanî ya dijî leşkerên Tirk, nîne”. Pirsa kê li artêşa dagirker ya Tirk da zêde bû.

Lewra mijara ku gumanan li dora xwe kûr dike ewe ku, Îran çima naxwaze Tirkiye li vê herêmê pêşve were û li hember vê nakokiyên di têkiliyên Rûsî-Îranî de çi ne? Ev nakokî çiqas kûr in û ew ê di dosyaya dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê de çiqas bandor bikin?

Îran û Rûsiye di qada Sûriyê de li gel rejîma Baasê di eniyekê de ne. Tirkiye jî li hember van, di eniya dijber de ye û weke qaşo alîgirê sereke yên opozîsyna Sûriyê dihat zanîn. Xwendina têkiliyên Rûsî-Îranî, Îranî-Tirkî û Tirkî-Rûsî di nav kronolojiya aloziya Sûriyê de, ew ê van mijaran zelaltir raxîne pêşiya mirovî.

Rûs-Îran

Nakokiyên Rûsî-Îranî di dosyaya Sûriyê de, ji roja destwerdana leşkerî ya Rûsiyê ji qada Sûriyê (30’ê Îlûna 2015) ve dest pê kirin. Heya vê dîrokê Îran li qada hundirîn a Sûriyê, bi şêwirmendên leşkerî, pastar, Hêzên Zîrevanên Îranî (Heres El-Sewrî), Huzbullah, desteka çek û cebilxaneyê û baregehên xwe yên leşkerî û istîxbaratî, piştevanê yekemîn ê rejîma Baasê bû û li qada navnetewî jî aktorek sereke yê dosyaya Sûriyê bû. Lê destwerdana Rûsî hişt ku rola Îranî paşguh û kêm bibe. Rûsiye di demeke kurt de nexşeya herêmên serweriya rejîma Baasê li Sûriyê guherand û herêma di destê rejîmê de fireh kir.  Di heman demê hewl da di aliyê leşkerî, aborî û siyasî de bandora Îranî di dosyaya Sûriyê de lawaz bike. Tevî ku herdu welat di eniya berdewamiya rejîma Baasê de bûn, lê derbarê gelek xalên bingehîn ên vê dosyayê de (mayîna Esad li ser desthiladariyê, hebûna Huzbullah li Sûriyê û xeta mezhebî ya şîa û şerê gaza xwezayî ne) xwedî nakokiyên kûr bûn.

Fermandarê Gîştî yê Hêzên Herez El-Sewrî yên Îranî Mihemed Elî Caferî di 3’yê Mijdarê de li Tehranê daxuyandibû ku derbarê mayîna Esed li ser desthiladariyê û rola Huzbullah li Sûriyê de nêrîn û helwesta wan û Rûsiye ne yek in û got: “Rûsiye alîkarî dide Sûriyê, di oxira lêgerîna li berjewendiyên xwe de vê destekê dide, lê ew bi têkoşîna îslamî (Huzbullah û komên îranî) ne kêfxweş e”.

Li aliyê din cihên van herdu welatan di aloziya Sûriyê de cihêwaz in, Îran hêzeke herêmî û Rûsiye navnetewî ye. Ya yekemîn dixwaze hebûna xwe ya leşkerî xurt bike û projeyek mezheb-perest pêk bîne. Ya din jî hewl dide giraniya xwe ya siyasî li qada Rojhilata Navîn vegerîne û di biryarên derbarê Sûriyê de tên girtine de serwer be. Dîsa Rûsiye li gel Îsraîl ji vê tevgerîna mezheb-perest ne razî ye. Rûsya bi hebûna xwe li Sûriyê di heman demê wek hêzekî parastina Îsraîl e.

Ji ber vê jî gelek caran hat gotin ku rejîma Sûriyê bi perspektîfek Rûsî, hewl daye koma Dîfai El-Wetanî ya bi ser Hizbullah û Herez El-Sewrî tune bike û bike bin serweriya artêşa Sûriyê de. Da ku bandora Îranê li ser wan kêm bike. Rûsiye bi riya pere û xelatan, hewl da komên Îranî bikişîne aliyê xwe ku  Tugaya El-Qudisê wiha kir.

Nakokiyên van herdu welatan kûr bûn, heya gihiştin asta ku di Kanûna 2015’an de dema ku Îran nehat tîfaqên Rûsî, balafirên şer ên Rûsiyê benda kontrolê ya Milûk li gundewarên Himisê, benda bajaroka Xenasir a Helebê ku di bin serweriya hêzên Îranî de ne û baregehek Îranî li gundewarên Helebê jî bombebaran kir û gelek leşker û pastarên Îranî kuştin. Rûsiye –mîna bombebarana bajaroka Zehrayê- wê demê jî hedefgirtina hêzên Îranî weke şaştî binav kir.

Ev û gelek xalên din ên bi nakok di hevsengiya demkî ya van herdu welatan li Sûriyê de hene. Lê ya diyar ew e ku herdu jî dixwazin di diyarkirina statuya Sûriyeya pêşerojê li gorî berjewendiyê xwe de, rol bilîzin û para xwe jê bigirin.

Îran-Tirkiye

Li aliyê din ê aloziya heyî li Şehbayê, têkiliyên Îranî-Tirkî hene. Îran niha li hember pêşketina Tirkiyê li herêmê rawestiyaye û bûye girêk. Ya esas nakokiya xetên sunî-şîî ne. Tirkiye li herêmê di bin navê yek-kirina Muslimanan tev digere û dixwaze xeta sune li herêmê xurt bike û bike bin desthiladariya xwe de. Li hember wê jî Îran serkêşiya xeta şîayê dike. Û di demên dawî de him li Yemenê him li Iraq û him Sûriyê serweriya xwe fireh kir.

Dîsa herdû welat di şerê gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn de jî dijberên hevûdin ên sereke ne. Projeya gazê (Napoko) ya Amerîka li herêmê ku di çarçoveya wê de ew ê Tirkiye bibûya depoya sereke ya komkirin û belavkirina gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn, rastî tîfaqa Îranî-Sûrî ya derbaskirina gaza xwezayî ji Îran-Iraq û heya Sûriyê û Deryaya Spî ku di Tîrmeha  2011’an de hatibû îmzekirin; ku di çarçoveya wê de ew ê Sûriyê bibûya navenda depokirin û belavkirina gazê, hat.

Lew ma Îran û Tirkiye li ber nakokiyên mezhebî, di mijara şerê gazê de jî, li Rojhilata Navîn dijberên hev ên sereke ne. Ev dijberî niha li Iraq û Sûriyê gihaştiye asta bilind.

Rûs-Tirkiye

Rûsiye û Tirkiye ku di eniyên xwe de dijberên hevûdin in, niha xwedî tîfaqek demkî ne. Herdû aliyan lihev kirine ku Bab beramberî Heleb bê radestkirin. Heleb ji bo Rûsiye deskeftiyek mezine ku karibe di dîplomasiya navnetewî de bikar bîne. Li aliyê din, Bab ji bo Tirkiyê tê wateya pêkanîna plana qutkirina hersê kantonên Rojava, mayindekirina dagirkeriya xwe li Sûriyê û vegerandina împaretoriya Osmanî ku tê qalkirin. Lewra jî di van demên dawiyê de çûn û hatinên dîplomatîk di navbera herdu welatan de zêde bû. Serdana dawî ya Sergey Lavrov ji Tirkiyê re jî dikare di çarçoveya rihetkirina Tirkiyê beramberî xetereya Îranê de bê nirxandin. Lê heya niha tu bersivek din ji aliyê îranî derneketiye.

Gelên Sûriyê dibin qurbana tifaqên kirêj

Ji vê rêzkirinê tê dîtin ku lihevhatin û hevsengiyên van welatan li Sûriyê hemû li ser hîmê pêkanîna berjewendiyên xwe û bikaranîna nakokiyan beramberî hevûdin de pêk tên. Ango tîfaqên demkî û tenê xizmete berjewendiyên van welatan dikin. Li aliyê din ê van tîfaqên di navbera  gelê Sûriyê dibe qurbanî û tê kuştin.

Di mijara dagirkeriya Tirkî de jî, ev welat her diçe di çirava şerê Sûriyê de hevsengiyên xwe wenda dike û rastî idîayên xwe yên 5 salên şoreşa Sûriyê radixîne ber çavan.

ANHA