Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heleba Rojhilat trajedî jiyan kir û rizgarkerên wê wefadar bûn-6

SÎLVA MUSTEFA / MIHEMED EBDO

HELEB – Taxên rojhilatê bajarê Helebê piştî 6 salan ji jiyaneke trajedîk niha aramiyê jiyan dikin. Welatiyên van taxan banga rizgariyê kirin û rizgarkeran jî banga welatiyan bersivandin û xewna salan a azadiyê pêk hat. Saleke tijî destkeftî, va ye tova serkeftinê berhem dide û welatiyên van taxan yekemîn salvegera rizgariya taxê bibîr tînin.HELEB-TAXA-SERQI (8)

Yekemîn salvegera rizgarkirina taxên rojhilatê bajarê Helebê bi kêfxweşî di ser welatiyan re derbas dibe, piştî ku ji desthilatdariya çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê rizgar bûn û taxên xwe bi saya fedekariyên mezin ji aliyê şehîdên rizgariya gel ve bi coşa kêfxweşiyê vegerandin.

Dema behsa gotinên weke zulm, kuştin, birçîkirin, topbaran, helweşandin tê kirin, tavilê taxên bajarê Helebê tên bîra mirovan ku 6 salan li pey hev rastî hovîtiya komên çete hatin û van çeteyan hemû mal û milkên wan talan kirin, her wiha ji ber şer û pevçûnên di navbera komên çete û rêjîma Baasê de jî trajediya welatiyan zêde bû.

Taxên rojhilatê Helebê beriya aloziya SûriyeyêHELEB-TAXA-SERQI (4)

Taxên rojhilatê bajarê Helebê ji 8 taxan pêk tê û ji sedî 20 ji giştî rûpîvana bajarê Helebê ye, di serdema beriya aloziya Sûriyeyê de ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve gelekî hatibûn paşguhkirin. Ji aliyê baceyan ve hemû welatiyan baceyên xwe didan lê binesaziya van taxan hertim li paşmayî bû û pilanên mezin ên toreya riyên sereke li van taxan hate pêkanîn û gelek pîşesaziyên mezin ber bi van taxan ve hatin veguhestin û di encamê de welatiyên sivîl ji ber dûmanên van fabrîkeyên mezin li hemberî gelek nexweşiyan rû bi rû man. Her wiha li van taxan avahiyên xizmetguzariyê yên weke şaredariyan, karûbarên sivîl, av û kehrebeyê tune bûn, tevî ku navenda belavkirina avê li taxa Bustan Paşa ye û navenda sereke ya belavkirina kehrebeyê li taxa Şiqeyêf e û li devera Bustan El-Riz jî gelek zeviyên hikûmetê hene, welatiyên van taxan jî tu sûd ji van navendan wernedigirtin.

Li taxên rojhilat tenê nexweşxaneyeke hukûmî ya bi navê nexweşxaneya Zahî Ezerq (Humêyat) hebû. Niha jî ji ber ku di encama şer û pevçûnan de bi temamî hatiye hilweşandin ji xizmetê derketiye.HELEB-TAXA-SERQI (7)

Girêdayî mijarê welatiya bi navê Ebîr Mewas behsa rewşa taxên rojhilatê bajarê Helebê ya beriya aloziya Sûriyeyê kir û wiha got: “Taxên rojhilatê Helebê di pilansaziyên rêjîma Sûriyeyê de tenê li ser nexşeyê hehbûn û hemû aliyên xizmetgurarî û civakî de hatibûn paşguhkirin, tevî ku li taxên ku dewlemend têde jiyan dikirin ên weke Suryan, Silêmaniyê, Ezîziyê bi temamî dihatin birêvebirin. Di derbarê bace û cezayan de hikûmeta Sûriyeyê evan taxên rojhilat ji bîr nedikirin û para xwe weke taxên din didan.”

Ebîr di berdewama axaftina xwe de got ku saziyên girêdayî dewletê karibûn zeviyên li taxên rojhilatê Helebê bi çandiniyên cûda biçînin û derfetên kar ji hezaran welatiyên xizan re peyda bikin û da ku welatiyên van taxan sîstema xwetêrkirinê pêk bînin, lê evan xebat di pilansaziyên hikûmetê de tune bûn.

Gel rabû ser piyan ê xirab çû yê xirabtir hatHELEB-TAXA-SERQI (9)

Piştî şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, di destpêka sala 2012’an de welatiyên van taxan bi hemû pêkhaetyên xwe rabûn ser piyan û banga hilweşandina rêjîma Baasê kirin, lê mixabin ji ber destwerdana hêzên tarî bi taybet dewleta dagirker Tirkiyeyê gelek komên çete erkdarkirin û dagirkeriya van taxan kirin û di encamê de şoreş ji riya wê ya rasteqîn hate derxistin û veguherî aloziyeke giran. Serçeteyên van koman piştî ku taxên Helebê dagir kirin dest bi dizî û talankirina mal û milkên welatiyan kirin.

Dema ku fînansekirina van komên çete yên cûda di ber çavan re tê derbaskirin ên weke “Cebhet El-Nusra, Artêşa Mucahîdîn, Kombona Isteqên Kema Umirt, Tevgera Nûnerdîn Zinkî, Ehrar El-Şam, Tugaya El-Îslam, Tugaya Sultan Murad, tabûrên Ebû Emara, tabûrên Qoqaziya, Hêza 16, Hêza 101, Ehrar Sûriye, Hêza Bakur, Sultan Mihemed Fatih, Tugaya El-Fetih, Foca Yekemîn, Siqor El-Cebel, Eniya Turkmenan, El-Cebhe El-Şamiyê, Ehrar El-Muhacirîn, Feyleq El-Şam û Siwar El-Şam” ku serweriya taxên rojhilatê Helebê dikirin, alîkariya van komên çete rasterat ji AKP’ê dihat û ji aliyê istixbarata Tirkiyeyê ve dihatin birêvebirin.HELEB-TAXA-SERQI2

Armanca sereke ya van komên çete ew e ku demografiya van taxan biguherînin û veguherînin wîlayeteke Tirkiyeyê weke ku di dema borî de li herêma Iskenderonê pêk hatiye, her wiha ji bo îdîayên Tirkyeyê ku dibêje Heleb wîlayeteke Tirkiyeyê ye were çespandin.

Her wiha ji bo welatiyên van taxan neçarî koçberiyê bikin, komên çete yên di van taxan de hovîtiya xwe li dijî welatiyan bikar dianîn û mal û milkên wan talan dikirin.

Di derbarê vê mijara hovîtiya van komên çete de welatiya bi nav Rewha Naşid ku ji hemwelatiyên taxa Hulok e wiha got: “Piştî ku komên çete taxên rojhilatê Helebê dagir kirin, hovîtiya xwe li dijî welatiyên sivîl bikar dianîn û em ji pêdiviyên jiyanî yên sereke bê par hatin hiştin, her wiha zarokên me ji xwendinê bê par man, nemaze ji ber ku taxên me veguhertin baregehên perwerdeyên leşkerî. Di rastiyê de me trajediyeke giran jiyan dikir û ev trajediya me 6 salan dom kir.”HELEB-TAXA-SERQI

Rewha wiha li axaftina xwe zêde kir: “Komên çete li ser navê alîkariya bi welatiyan re gelek alîkarî ji rêxistinên mirovahiyê werdigirin û li ba xwe embar dikirin û ji bo welatî pariyekî nan werbigirin neçar dikirin ku beşdarî nava komên wan bibin.”

Di encama şerê çeteyan û rêjîmê de dorpêçeke giran li ser van taxan hate ferzkirin

Aloziya şerê desthilatdasriyê yê di navbera komên çete û rêjîma Baasê de ne tenê şer û wêrankirin bû û rojane bi dehan welatiyên sivîl bi topên herdu aliyan dihatin kuştin. Di encamê de hêzên rêjîmê û komên çete siyaseta birçîkirinê li dijî welatiyên sivîl dane meşandin û weke mertalên zindî li dijî hevûdu bikar dianîn.

Welatiyên taxên rojhilatê Helebê bê av û xwarin 8 mehên dijwar derbas kirin û neçar man jiyana xwe li gorî kêmderfetên jiyanî birêve bibin û di encamê de ji bo ji vê durndeyê rizgar bibin banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin ku wan ji destên çeteyan rizgar bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê korîdorek di navbera taxên rojhilat û taxa Şêxmeqsûd de vekirin û piraniya welatiyên ji bo xwe ji mirinê biparêzin berê xwe dan taxa Şêxmeqsûd.HELEB-TAXA-SERQI (6)

Welatiyê taxa Şêxmeqsûd jî tevî ku bi xwe di dorpêçê de bûn bi dilgermî pêşwaziya bi dehan malbatên van taxan kirin û li gorî derfetên xwe alîkariya van malbatan kirin û bi cih kirin.

YPG‘ê banga rizgarkirinê ya welatiyên taxên rojhilat bersivand

Welatiyên taxên rojhilatê Helebê ji ber hovîtiya komên çete û rêjîma Baasê hemû cûreyê trajedî û ambargoyê bi hemû şêwazên wê jiyan kirin û banga YPG’ê kirin ku wan ji vê rewşê rizgar bike. Hêzên YPG’ê û YPJ’ê jî li ser banga welatiyan dest bi xebatên rizgarkirina taxên rojhilat “Hulok jorîn, Hulok jêrîn, Bihêdîn, Heyderiyê, Bustan Paşa, Şêx Xidir, Şêx Faris û zêtûnat” kir. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê di 28’ê Mijdara 2016’an de rizgarkirina van taxan ragihandin û berbanga azadiyê ji welatiyên van taxan re piştî 6 salên trajediyê peyda kirin.HELEB-TAXA-SERQI12

Di vê derbarê de Endamê Fermandariya YPG’ê yê bajarê Helebê Ziyad Xemgîn behsa yekemîn salvegera rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê kir û got ku rizgarkirina van taxan bi saya fedekariya şehîdan pêk hat û cane xwe fedasyî gel kirin da ku bi aramî û azad jiyan bikin.

Xemgîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hemleya rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê bi dijwarî derbas bû, nemaze ji ber ku komên çete welatiyên sivîl weke mertalên zindî li hemberî me bikar dianîn û taxa Şêxmeqsûd bi hawan û fûzeyan armanc digirtin. Ji ber vê yekê em gelekî bi baldarî di hemleya xwe ya rizgarkirinê de tevdigeriyan da ku welatiyên sivîl ziyanan nebînin. Me di hemelya xwe de gelek şehîd û birîndar dan û serkeftina me serfiraziyeke mezin ji bo hemû şervanên YPG’ê û YPJ’ê bû. Ev dîrok ji bo me weke şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelekî girîng e û ji bo welatiyên taxên rojhilat jî roja peydakirina aramiyê û berbanga azadiyê ye.”HELEB-TAXA-SERQI (5)

Bi saya YPG’ê û YPJ’ê taxê rojhilat bi rengên azadiyê hatin xemilandin

Piştî ku taxên rojhilatê Helebê ji destên komên çete hatin rizgarkirin, evan tax bi saya fedekariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi rengên azadiyê hatin xemilandin. Di vê derbarê de welatiya bi navê Fatme Serac wiha got: “Bi saya fedekariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê taxên me hatin rizgarkirin û muhra xwe li dîrokê dan. Êdî welatiyên taxên me aramiyê jiyan dikin û têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve didomînin. Em bi şervanên xwe yên YPG’ê û YPJ’ê gelekî serbilind in.”

Sibe.. Piştî rizgarkirinê qonaxa avakirina meclîsên herêmî yên taxên rojhilat

(jh)

ANHA