Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Helîkoptereke artêşa Iraqê kete xwarê: Mirî hene

NAVENDA NÛÇEYAN – Helîkoptereke artêşa Iraqê li nêzî bajarê Wasîtê kete xwarê û tê gotin ku 7 kes mirine.

Hat ragihandin, helîkoptereke artêşa Iraqê li nêzî bajarê Wasîtê ketiye xwarê û di encamê de 7 kes mirine. Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, helîkoptera bi tîpa M17 ku tevî pîlot 7 kes tê de bûn, demeke kin piştî rabûnê ketiye xwarê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane. Li ser sedema ketina helîkopterê agahî nehate dayin.

(kc)