Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Helwestên Rûsya li hemberî Kurdên Sûriyeyê bi nakok in

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyanî û helwestên Rûsyayê de li hemberî Kurdên Sûriyeyê nakokî hene. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov got ku ne pêkan e çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re bêyî Kurdan were peydakirin. Di heman demê de Rûsya rê ji balefirên Tirkiyeyê re vedike da ku êrîşî gundên Efrînê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov û hevpîşeyê wî yê Belcîkî Didier Reynders li Moskoyê di civîneke çapemeniyê de, Lavrov destnîşan kir ku Rûsya piştgiriya beşdarbûna Kurdan di hemû çalakiyên lihevkirinên siyasî yên li Sûriyeyê dike.

Lavrov got ku Rûsya ji destpêkê ve piştgiriya beşdarbûna Kurdan di çalakiyên lihevkirina siyasî de li Sûriyeyê dike û Kurd beşekî sereke ya civaka Sûriyeyê ne.

Lavrov her wiha destnîşan kir ku ne pêkan e çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê bêyî beşdarbûna Kurdan pêk were.

Lê li hemberî van daxuyanî û helwestan Rûsya rê ji balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê re vedike da ku gundên herêma Efrînê bombebaran bike û di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dikin û di êrîşên xwe de binesaziyên xizmetguzarî yên herêmê armanc dikin û li hemberî vê hêjî civaka navnetewî bê deng e.

(jh)