Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hemleya “Biparêze” ji Cindirêsê dest pê kir

EFRÎN – Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di çarçoveya hemleya “Biparêze” li herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê dest bi çalakiyan, kir.

YJC`ê li Kantona Efrînê di 16`ê Tebaxê de hemleya “Biparêze”, bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şemezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakurê Sûriyê, raghand.EFR-CINDIRESE-VEXISTINA-AGIR-DI-NAVA-PENGAVA-BIPAREZE ‫(208011777)‬ ‫‬

Di vê çarçoveyê de, şeva din endamên YJC`ê li navenda herêma Cindirêsê, ji azadiya Ocalan û şemezarkirina tecrîda li ser wî, find pêxistin.

Li daketina rojhilat a Cindirêsê endamên YJC`ê navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bi agir nivîsandin.

Li gorî ku endamên YJC`ê li herêma Cindirêsê diyar kirin ku ew ê hemleya xwe berdewam bikin û ji bo piştgiriya bi hilbijartinên komînan re, wê belevokan belav bikin.

(jo)

ANHA