Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hemleya jinûva avakirina komînan li Şêxmeqsûd didome

HELEB – Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hevserok û endamên komîteyên Komîna Şehîd Evîndar a beşa Şehîd Rûbar a aliyê rojava yê  taxê, hilbijart.HLB-HEMELYA-TEV-DEM-DERBARI-KOMINA ‫(174391812)‬ ‫‬

Xebatên TEV-DEM`ê ya jinûva avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, didomin.

Di vê çarçoveyê de, TEV-DEM`ê bi şêniyên Komîna Şehîd Evîndar a Şêxmeqsûd re, civiya.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM`ê yê  Helebê Mihemed Şêxo axivî û rola komîna di civakê de bi bîr xist.MUHAMED SEXO

Piştî axaftinê, Mihemed Elî Dawid û Semîra Elûş weke Hevserokên Komîna Şehîd Evîndar hatin hilbijartin. Her wiha endmanên komîteyên parastin, aborî, lihevkirin, xizmetguzerî, perwerde û tendurûstî, hatin hilbijartin.

Di dawiya  civînê de, hevserokan soz dan ku ew ê bi erkê xwe li hemberî civakê rabin.

Hêjayî bi  bîr xistinê ye ku TEV-DEM`ê hemleya jinûve avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd beriya niha bi du mehan daye destpêkirin.

(bx)

ANHA