Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hemleya paqijkirina taxên Reqayê destpê dike

Dîmen

TEBQA- Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî 24 rojan li ser rizgarkirina Reqayê wê dest bi paqijkirina kolanên bajarê Reqayê bike.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa anî ziman ku wê hemleya paqijkirina taxa El-Meşleb a Reqayê destpê bike.

Her wiha Leyla Mustefa diyar kir ku wê Meclîsa Sivîl a Reqayê hemû saziyên xwe yên xizmetguzarî, tenduristî û perwerde çalak bikin. Bi alîkariya komîteya şaredariyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê toreyên avê ji nûve çalak bikinʺ.

Leyla Mustefa di dawiya gotinên xwe de bang li şêniyan kir ku di avakirina Reqayê de bi wan re bibin alîkar.

QSD`ê 17`ê cotmehê bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî 24 rojan destbi paqijkirina bajarê Reqayê kir.

(np)

ANHA

-TIBQAPAQISKIRNA-KOLANEN-REQQA (1) LILA