Têkilî | Derheqê me de

Hemleya rizgarkirina berava rastê ya Mûsilê hate ragîhandin

NAVENDA NÛÇEYAN-Fermandarê Giştî yê Artêşa Îraqê û Serokwezîrê Îraqê Heyder EL-Ebadî  îro di saetên sibê de destpêkirina hemeleya rizgarkirina berava rastê ya Mûsilê ragîhand.

Ebadî di daxwuyaniya ku vê sibê da destnîşan kir ku rizgarkirina mirovan ji wan re gelekî girînge.

Ji aliyê din jî Fermnadarê çalakiyan a bi navê ʺem hatin Nînewa” da zanîn ku hêzên wan bi coşeke mezin li dijî çeteyan şer dinin da ku armanca hemeleya xwe ya vê sibê pêk bînin û aliyê rastî ji berava Mûsilê ji çeteyan rizgar bikin.

(xî/dc)

ANHA