Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hemleya ‘Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye’li Minbicê didome

MINBIC – Endamên Meclîsa Ciwanan a Minbicê di çarçoveya hemleya’Welat welatê me ye tolhildan soza me ye’belavok li kolanên Minbicê, belav kirin.

Di berdewamiya hemleya’Welat welatê me ye tolhildan soza me ye’ ya ku Yekîtiya Ciwanên Rojava li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê destpê kiribûn, endamên Meclîsa Ciwana a Minbicê û Gundewarên wê belavok li kolanên Minbicê belav kirin.

Di belavokan de hedefa ji hemleyê hatiye nivîsandin û bang li ciwanan hate kirin ku xwe birêxisin bikin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe zêde bikin.

Hemleya ciwanan dê 3`yê mehan bidome û di çarçoveya hemleyê de wê çalakiyên cur bi cur werin lidarxisntin.

(np)

ANHA