Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hemû civînên Cinêv ji ber heman sedemê têk çûn

Dîmen

EKREM BEREKAT

QAMIŞLO- Danûstendinên Cinêv ên derbarê rewşa Sûriyê de 7 caran hate lidarxistin û niha amdekariya tureya 8’an jî tê kirin û tê payîn ku di îro were lidarxistin. Di encama civînên hatin lidarxistin de gelek biryar hatin girtin, lê li ser erdê yek ji biryarên hatine girtin pêk ne hatin. Her kes pirsa ku gelo çima heta niha hemû civînên Cinêv tu encam bi xwe re nanî.QAMISLO-DOSIYA-CINEFE-1-300x176

Heta niha 7 caran danûstendinên Cinêv derbarê rewşa Sûriyê de hatine lidarxistin. Ehmû civîn bi serpereştî NY’yî hatin lidarxistin. lê di hemû caran de jî hêvî û daxwazên gelê Sûriyê pêk nehatin û aloziya ku ji adara 2011’an ve destpêkiribû, ne hate çareserkirin.

Piştî Cinêv-1 Sûriyê bû wargeha teroristan

Tureya Yekem a Cinêv di 30’ê hizêrana 2012’an de li ser banga nûnerên NY’yî Kofî Enan û li ser banga Yekîtiya Ereban pêk hat û wê demê navê “Koma kar a ji bo Sûriyê” lê hate kirin.

Civîn bi beşdarbûna nûnerên NY, Sekreterê Yekîtiya Ereban, Wezîrên Karê Derve yên Rûsiya, Tirkiyê, Çîn, Firansa, Birîtaniya, Îrlenda Başûr, Amarîka, YE û nûnerên welatên ereb ên wekî Qeter, Îraq û Kiwêtê jî beşdar bûn.

Di encama civînê de beşaran li ser 6 xalên sereke yên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê lihev kirin.  Di nava xalan de misogeriya agirbestê, karekî siyasî yê giştî ku bi destê gelê Sûriyê pêk were, hemû tundî were rawestandin, her wiha hin xalên insanî, pêşxistina karên saziyên sivîl û serbestberdana girtiyan.

Ji ber gelek sedeman ev civîn bê encam ma û biryarên wan di valtiyê de man. Sedema sereke ya ne serkeftina civînê ew e ku nûnerên gelê Sûriyê yên rastîn beşdarî civînê nebûn.QAMISLO-DOSIYA-CINEFE-2-300x176

Di heman demê de nakokiyên di navbera Rûsiya û Amarîka ya derbarê çarenûsa Serokê Sûriyê Beşar El-Esed, di wê demê de Amarîka Cinêv-1 wekî amadekariya qonaxa piştî Esed nirxand. Rûsiya jî bi tu awayî behsa çarenûsa Esed ne dikir. Opozsiyona ku Ixwan El-Muslimîn serkêşiya wan dikir (Encumena Niştmanî ya Sûriyê) ya di himbêza Tirkiyê de hate avakirin çareserî bi rêbazên leşkerî dinirxand.

Encamên Cinêv-1 ji gelê Sûriyê re çibû?

Piştî Cinêv-1 hêzên ku piştgiriya opozisyonê dikirin, pere bi ser rêxistina Ixwan El-Muslimîn a Sûriyê ku hemû hebûna wê li Tirkiyê bû barandin. Di encamê de bi dehan komên çekdar hatin avakirin. Komên behsa mijarê di nava gel de bi cih bûn. Hêzên rêjîmê jî ev yek bikara anî û bi balafir û topan herêmên sivîl topbaran û bomebebaran kir. Di encamê de rojane bûyerên kuştin û wêraniyê di nava gelê Sûriyê de pêş ketin.

El-Qaîda ev rewşa binakok û tevlîhiya ku li Sûriyê çêbû, bi îdaya ku dê gelê Sûriyê biparêze, endamên xwe şandin Sûriyê. Wiha Cebhet El-Nusra (Şaxê El-Qaîda ya Şamê) aktîf bû. Paşê jî DAIŞ hate avakirin. her ku çû DAIŞ’ê hebûna xwe mezin kir û piştî Mûsil ket destê wan 40 ji xaka Sûriyê jî ket bin dagirkeriya wan. Xaka Sûriyê di navbera çeteyên girêdayî Ixwan El-Muslimîn, DAIŞ, Cebhet El-Nusra û rêjîma Sûriyê re bûn meydana kuştin û wêraniyê.

Cinêv-2 jî têk çûQAMISLO-DOSIYA-CINEFE-3-300x199

Tevî ku nûnerên NY’yî Kofî Enak hate guhertin û li şûna wî El-Exder El-Ibrehîmî hate erkdarkirin, civîna Cinêv-2 ku di 22 çileya sala 2014’an de hate lidarxistin bi beşdarbûna şandeya rêjîma Sûriyê, opozisyona girêdayî Tirkiyê, Qeter û Erebistana Siûdiyê bi rêveberiya Serokê Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê Ehmed El-Cerba wê demê pêk hat, lê tu encam bi xwe re neanî.

Di Cinêv-2 de nûnerên gelê Sûriyê û di serî de nûnerên gelê kurd beşdarî civînê nebûn. Di heman demê de gelê Bakurê Sûriyê ku beriya lidarxistina civînê bi rojekê rêveberiyên xweser ragîhandin ne hatin vexwendin. Ne vexwendina nûnerên pêkhateyên Bakurê Sûriyê li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hat. Ji xwe dewleta Tirk yek ji hêzên sereke ku piştgî da komên çete yên li Sûriyê û sînor xwe ji wan re vekir.

Cinêv-2 wekî ya beriya xwe têk çû. têkçûna wê jî ji ber ku aliyên beşdarî civînê bûn bê piroje bûn. Nûnerên NY’yî El-Exder El-Ibrehîmî ji gelê Sûriyê lêborîn daxwaz kir.

Cinêv-3

Di encama şerê li Sûriyê rû da, bingeha gelek bajaran û di serî de Heleb hate ruxandin. Li Humsê hêzên rêjîmê pêşketinek ber bi çav bidestxistin û opozisyona nerim li wir tune kir.

Tişta herî balkêlş jî ew bû ku piştî Cinêv-2 bi demeke ne pir dirêj çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê hebûna xwe zêde kir û bajarê Reqayê wekî paytexta xwe xîlafetê binav kir. Ev yek jî xwe dispêre piştgiriya ku ji Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê û Qeter digirtin pêk hat.

Hêzên rêjîmê li gelek herêman têk çû û bajarên stratejîk wekî Reqa, beşek mezin ji Helebê, beşek mezin ji Xwûta Şerqî û Xûta Xerbî yên paytexta Şamê, Cerabuls, Dêrazorê û Tedmur (Palmêra) winda kir.

Nûnerên NY careke din hate guhertin, Cinêv-3 jî têk çûQAMISLO-DOSIYA-CINEFE-4-300x169

Nûnerê NY’yê yê Sûriyê El-Exder El-Ibrehîmî hate guehrtin û Dm Stura li şûna wî hate erkdarkirin. De Mustora ket nava liv û tevgerê da ku danûstendinên Cinêv’ê serbixe. Lê beriya civîn were destpêkirin, hêzên Rûsiya yek ser di rewşa Sûriyê de destwerdan kirin. Ev yek di 6’ê Mijdara 2015’an de pêk hat. destwerdana Artêşa Rûsiya guhertinek di dengeyan de pêk anî.

Hêzên rêjîmê ku beşek mezin ji hêza xwe winda kiribû, bi hêztir bû. Ji ber vê yekê Tirkiyê, Qeter û Erebistana Siûdiyê lez da xwe û şandeyek piştî civîna Riyadê (Paytexta Erebistana Siûdiyê) ya di 10’ê  mijdara 2015’an de hate lidar xist, saz kir. navê şandeyê jî “Desteya Bilind a Danûstendinan” lê hate kirin. Esed El-Xubî wekî rêveberiya desteya opozisyonê hate erkdarkirin. Fermandarê çeteyên Ceyîş El-Fetih Mihemed Elûş jî wekî mezinê danûstendinan hate erkdarkirin.

Cinêv-3 di 29’ê çileya 2016’an de destpê kir û heta 3’ê sibatê dewam kir. Rêjîm jî hate vexwendin û Wezîrê Karê Derve Welîd El-Muelim serêkşiya şandeya rêjîmê kir. her wiha şandeya “Desteya Bilind a Danûstendinan” a opozisyonê jî hate vexwendin.QAMISLO-DOSIYA-CINEFE-5-300x169

Vê carê jî nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê û bi taybet nûnerên Bakuêr Sûriyê ku ezmûna wan xweseriya demokratîk li ser erdê gelek destkeftî bidest xistin, her  wiha gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi taybet piştî berxwedana mezin a Kobanê, ev yek berfireh bû bû.

Di encamê de tureyek din a Cinêvê bê encam bi dawî bû.   Piştî Cinêv-3 hêzên rêjîmê û bi piştgiriya Rûsiya û Îran ên hêzên wan ên leşkerî jî beşarî şer bûn, êrîşeke berfireh anîn ser Heleba ku bibû navenda sereke ya komên çete yên girêdayî Tirkiyê, Qeter û Erebistana Siûdiyê. Di encamê de hemû xetên piştgiriyê yên çeteyan hatin qutkirin, wiha çeteyên li Dera, Şamê û Qunytira ji Helebê hatin qutkirin.

Cinêv-4

Tureya 4’an a Cinêv-4 piştî ku li ser erdê gelek guhertin pêk hatin û hêzên rêjîmê pêş ket pêk hat. Hêzên rêjîmê rojavayê Helebê bi tememî ji çekdarên opozisyonê paqij kir. Her wiha bajarê Dareya ya Helebê jî bidest xist. Di aliyê siyasî de jî Dewleta Tirk êdî di siyaseta xwe de guhertin çêkir û êdî bû hevkarê Rûsiya. Bi vê yekê şert û mercên wan li ser opozisyonê hatin ferizkirin. Hevgirtina Amarîka, Tirkiyê û hin welatên ereban êdî lawaz dibû.

Cinêv-4 di di 23’ê sibata 2017’an de hate lidarxistin û heta 3’yî adarê dewam kir. Şandeya Opzisyonê di wan hevdîtinan de gelekî lawaz bû, şandeya rêjîmê ku di gelek destkeftî di aliyê siyasî û leşkerî de bidestxistin, hîn xurtir bû. vê carê jî nûnerên gelê Sûriyê hatin paşguhkirin. Tevî ku mijara avakirina rêveberiyeke demkî, dema amadekariya destûra nû, hilbijartin û stratejiya şerê li dijî teroê hate nîqaşkirin, lê di aliyî piratîkî de tu gav ne hatin avêtin. Ji bo pêkanîna itîfaqên xwe 6 meh wekî dem hate destnîşankirin. ew dem derbas bû jî lê tu encam nehatin bidestxistin. Di heman demê de li derdora Şamê di navbera komên çekdar ên Opozisyonê û hêzên rêjîmê de şerên giran rû dan.

Civîn-5 jî guhertin pêk nanî

Cinêv-5 bi hevdîtinên amadekarî di 23’yî adarê de destpê kir. Paşê bi awayekî fermî di 24’ê adarê bi beşdaran heman aliyan hate lidarxistin. Di civînên ku 8 rojan dewam kirin de 4 mijarên di Cinêv-3 de hatin nîqaşkirin, Nûnerên NY’yî nerîna xwe ji hemû aliyan re pêşkêş kir.

di encamê de tu encam li ser erdê pêk ne hatin û bûyerên kuştin û wêrankirina li Sûriyê hîn jî dewam kir. Dem ji De Mstura re hate dirêjkirin.

Cinêv-6 jî têk çû

Civîn-6 jî di 16’ê gulana 2017’an de bi beşdarbûna heman nûnerên ku beşdarî civînên beriya wê bûn, hate lidarxistin. Vê carê hevdîtinên De Mstura cûda cûda bi nûnerên rêjîmê û opozisyonê re pêk hat.

Van civînan jî tu encam bi xwe re ne anî. Vê carê jî tureyek danûstendinên Cinêvê di nava bêhiyê de hate lidarxistin.

Çavdêran destnîşan kirin ku armanca sereke ya lidarxistina vê tureya Cinvê ê ew ku tenê danûstendin dewam bikin.

Cinêv-7

Di 11’ê Tîrmehê de jî Cinêv-7 bi beşdarbûna heman hêzên ku civînên beriya wê hate lidarxistin. Di vê çarçveyê de rêjîmê ji “Herêmên kêmkirina şer” sûd wergirt û gelek herêmên din bidest xistin.Tu dem û pîlan di destê nûnerên NY De Mstura de nîn bû. Di van danûstendinan de jî tu pêşketin pêk ne hatin û ev tureya Cinêvê jî wekî yên beriya xwe bê encam derbas bûn.

Di dawiya tureya Cinêv-7 derbaêr De Mstura de hate gotin ku şaştiyek mezin kiriye û amdekarî ne baş pêk hatin.

Gelo wê çarenûsa Cinêv-8 çibe?

Niha jî Cinêv-8 ketiye rojevê, roja 28’ê Mijdarê (îro) destpê dike. Lê heger em civîna niha ya Cinêvê û civînên din bidin ber bînin ber hev, diyare ku çarenûsa wê jî dê wekî civînên berê be û dê tu encaman bi xwe re neyîne. Ji ber ku sedemên têkçûna di tureyên din ên Cinêvê de ew bû ku nûnerên gelê Sûriyê û bi taybet nûnerên Bakurê Sûriyê beşdar nebûne.

Di heman demê de ji ber ku beşdarên hemû Cinêvan bê pirojeyên çareseriyê ne, niha jî heman sînaryo xwe dubare dike. Sedemeke din a serek e jî ewe ku nûnerên opozisyonê wekî lîstokan di destê Tirkiyê, Qeter û Erebistana Siûdiyê de ne.

(dc)

ANHA