Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Hemû dewlet bi êrîşên li ser Efrînê dibhîze, lê tevnagerin‘

HESEKÊ – Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed got “Erdogan û terorîstên wî li pêşberî dewletên cîhanî li Efrînê komkujiyan pêk tîne, lê tu kes dengê xwe nake.”HSK-CIVINA-MESDE-U-SIOXA (1)

Meclîsa Sûriyê Demokratîk bi armanca nirxandina geşedanên li Efrînê rû didin bi rûspiyên Ereb ên Hesekê, Hol, Şedadê û Dêrazor re civiyan.

Di civînê de rûspiyên eşîreyên Ereb, Hevseroka Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Endamê Desteya Rêveber a MSD‘ê Hikmet Hebîb amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Îlham Ehemd axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê çekên di asta navdewletî de qedexekirî bi kar tîne û got “Ev 13 roj in herêma Efrînê rastî êrîşên dijwarên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê. Di van êrîşan çekên qedexekirî têne bikaranîn. Dagirkeriya Tirkiyê bi hinceta parastina sînorê xwe êrîşan pêk tîne. Heger Erdogan bi navê parastina sînor êrîş dike, di demekê ku ji bo darigikirina herêmên  me pîlanan dike.”HSK-CIVINA-MESDE-U-SIOXA (4)

Îlham Ehmed destnîşan kir ku DAIŞ‘ê di dema dagirkirina herêmên Sûriyê hêza û çekên xwe ji Tirkiyê digirt, Tirkiyê ji ber têkçûyîna DAIŞ‘ê  êdî hewl dide xaka Bakurê Sûriyê binpê bike, lê bi saya QSD‘ê herêm ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin û ewlehî li herêmê pêk hat.

Hevseroka MSD‘ê daxuya kirin ku Erdogan û terorîstên wî li Efrînê li pêşberî çavên her kesî komkujiyan pêk tîne, lê tu kes dengê xwe nake an jî derbarê kuştina sivîlan û zarokan de lêpirsînê venake.

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku Opozisyona Sûriyê qaşo bi navê şerê li dijî rêjîma Sûriyê derketiyê bi Tirkiyê re herêmên bi ewle xirab dike.

Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi hêza gelê Efrînê wê dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê têk biçe.

Piştî axaftina Hevseroka MSD‘ê, rûspiyan daxuyaniyeke dan.

Şêx eşîreya El-Seyad Macid El-Erak daxuyanî xwend.

El-Erak got ” Em piştgiriya xwe ya QSD‘ê re tekez dikin. Di heman demê de em êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar dikin û em bang li gelê xwe dikin ku li  hemberê êrîşên ser herêmê hevgirtina xwe xûrt bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê, Şehîd namirin û ji birîndaran re şîfa lezgîn bi dawî bû.

(bb)

ANHA