Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Hemû projeyên demokratîk ne li gorî Cenêv, Astana û Rûsyayê ne’

QAMIŞLO – Sekretêra Giştî ya Eniya Sûriyeyê û Cîgira Serokê Dîdargeha Navnetewî ya Mafên Mirovan Lema El-Etasî got ku Rûsya weke Qeter û Tirkiyeyê bi rêbaza hesaban danûstandina opozîsyonê dike. Lema destnîşan kir ku her aliyekî xwedî projeyeke demokratîk ku rêbaza guhertina rasteqîn ji bo avakirina sîstemê têde heye ne li gorî riya Cenêv, Astana û Rûsyayê ne, her wiha kêfxweşiya xwe ji bo pêkanîna federaliya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê anî ziman û wiha got: “Ji bo pêkanîna xewnên me yên demokrasiyê ku di destpêkê de li Bakurê Sûriyeyê pêk tê em gelekî kêfxweş in.”

Sekretêra Giştî ya Eniya Sûriyeyê û Cîgira Serokê Dîdargeha Navnetewî ya Mafên Mirovan Lema El-Etasî di derbarê konferansên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê de tên lidarxistin di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re diyar kir ku ew piştgiriya hemû hevdîtinên Sûrî – Sûrî dikin, lê divê dewletên sponser derfeteke demokrasiyê û azadiya nêrînan peyda bikin û da zanîn ku Cenêv parvekirina serweriyan pêşniyar dike û têde berjewendiya hin aliyan pêk tên û hin aliyên din jî tên paşguhkirin, her wiha Astana jî hewl dide hevpeymaneke parvekirinê li gorî aliyên ku baskên wan ên leşkerî serwer in tavilê pêk bîne, lê di derbarê Soçî de Îran bi alîkariya Tirkiyeyê têde bi ser dikeve piştî ku Tirkiyeyê helwesta xwe guhert.

Hevdîtina bi Lema El-Etasî re wiha ye:

* Niha behsa lidarixstina konferansa diyaloga niştimanî li Soçî ya Rûsyayê tê kirin. Bêyî ku aliyê sponser di ber çavan re were derbaskirin, hûn lidarxistina vê civînê ku hemû aliyên Sûriyeyê têde beşdar dibin û banga lidarxistina konferansê bi vî rengî çawa dinirxînin?

Civîna Soçî hate taloqkirin an hate betalkirin. Civînek ku aliyê sponseriya wê di ber çavan re neyê derbaskirin ne pêkan e were nirxandin ji ber ku ew biryarê dide kê beşdar bike û kê paşguh bike. Siyasetmedarên Rûsya yên delalkirî û xwedî serwer hene û têkliyên wan bi rêjîmê re yan bi xizmên rêjîmê re yan bi berjewendiyên madî re xurt in. Rûsya jî weke Qeterê û Tirkiyeyê danûstandina opozîsyonê li gorî rêbaza hesaban dike, weke mînak Rûsya hemû aliyên ku nexwestin rêjîmê ji nû ve geş bikin paşguh kirin (ji bilî yên ku ditirsin ku li dijî wan şerekî fermî bidin destpêkirin). Ji ber vê yekê em piştgiriya hemû hevdîtinên Sûrî – Sûrî  dikin, lê divê dewletên sponser derfetek demokrasiyê û azadiya nêrînan bi awayekî ciddî peyda bikin.

* Heta niha 7 civînên Cenêvê û 7 civînên Astana hatine lidarxistin, lê hêzên Kurdî yên li ser erdê çalak in heta niha nehatine vexwendin. Gelo kî li paş van paşguhkirinan e û çima? Gelo ev paşguhkirin dikeve xizmeta çareserkirina aloziya Sûriyeyê?

Gelek caran hêzên Kurdî yên Sûriyeyê hatin paşguhkirin, netenê yên Kurdî, lê belê paşguhkirina wan bi zanebûn bû û hêzên Netewên Yekbûyî yên di dosya Sûriyeyê de serwer in ev yek dimeşandin, nemaze Netewên Yekbûyî li ser hesabê Sûriyeyê girêdayî hevsengî û razîkirina dewletên bi hêz e. Her aliyekî ku xwedî projeyeke demokratîk e û rêbaza wê ya guhertina rasteqîn ji bo avakirina sîstemê ye, ne li gorî riya Cenêv, Astana û Rûsyayê ye. Cenêv parvekirina serweriyan pêşniyar dike û têde berjewendiya hin aliyan pêk tên û hin aliyên din jî tên paşguhkirin, ango çalakiyên guhertina bingehîn a rêbaza desthilatdariyê û şêwaza dewletê di ber çavan re derbas nake. Danûstandin tenê girêdayî guhertina rûyê desthilatdaran e û gendeliyê eleqedar nake. Ev yek jî tenê da ku li şûna Îranê bi Tirkiyeyê ve were girêdan an li şûna Îranê bi aliyekî din ve were girêdan.

Di derbarê Astana de ev jî çalakiyeke gelekî pratîk e û armanca wê ew e ku hevpeymaneke tavilê îmze bike û têde parvekirineke ciddî di navbera aliyên xwedî serweriyên leşkerî pêk bîne. Ango parvekirina qezencan e û weke ku gel di nava baxçeyên van hêzên dijber de kole ye.

Girêdayî têgeha Soçî ya Rûsyayê jî ev rê jî bersiva riya Cenêvê ye. Di riya Cenêvê de Îran tê paşguhkirin û Soçî jî Îranê weke serkeftî bi alîkariya Tirkiyeyê piştî ku helwesta xwe guhert û ji opozîsyonê dixwaze ku bi hezaran beşdar bibin û li ser serkeftina rêjîmê îmze bikin, nîşan dide. Her wiha aliyên ku bi ciddî ji bo geşkirina rêjîmê yên nêzî Mosko tevgeriyane dê bi payên desthilatdariyê bêne xelatkirin. Tevî vê yekê bila hemû aliyên Sûriyeyê bi hev re bicivin, lê di derbarê îmzekirinê de ev yek gelekî metirsîdar e.

* Tirkiyeyê di vê dema dawî de beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk li Soçî qebûl nekir û bersiva Rûsyayê jî ew bû ku ev Kurdên Sûriyeyê ne. Gelo hûn nerazîbûna Tirkiyeyê çawa dinirxînin û çima Tirkiye naxwaze PYD’ê beşdarî çi civîneke di derbarê Sûriyeyê de bibe, tevî ku ew dewleteke cîran e?

Piştî sala 2011’an Kurd di aliyê hişmendî de pêşve çûn û guhertineke rasteqîn pê anîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk jî karibû bibe motora pêşxistinê di projeya Sûriyeyê de û li hemberî Heyet El-Tensîq derket û banga guhertineke bingehîn û ciddî ji system û civaka Sûriyeyê re xwest û hêdî hêdî projeya xwe ku ji bo wê têdikoşiyan pêk anî ew jî federaliya Sûriyeyê ya ciyografîk û ne netewbûyîn. Sûriyeke demokratîk û şaristanî bi riya hevgirtina komînal. PYD’ê ji çarçoveya netewbûyînê derketiye, ev yek jî di gelek qonaxan de pêk hatiye û bi saya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî yên Sûriyeyê û pêkhateyên din ên Bakurê Sûriyeyê pêk hatiye ku buhaya azadiya xwe xwîna giranbuha dane.

Tişta girîng ew ku ev partiya dîrokî bê dijminahî ji bin sîwana Rûsyayê derketiye û derbasî koalîsyonê bûye ango Koalîsyona Atlantîka Rojavayî ya Emerîka û Ewropayê. Rûsya ji vê guhertinê ditirse, ji ber vê yekê çapemeniyê bikar tîne û peyamên weke daxuyaniya Bogdanov ji Tirkiyeyê re dişîne ku ji ber xirabiya birêvebirina Erdogan ji dosya Kurdî re têk çûye. Divê aliyên Kurdî ji nirxandinên hestiyar ên girêdayî karûbarên wan dûr bikevin. Ev daxuyaniya xweşik a Rûsyayê jî ne ciddî ye û nîşana vê yekê jî ew e ku Rûsya Meclîsa Sûriya Demokratîk û QSD’ê û hemû aliyên Kurdî ji vê vexwendinê paşguh kirine da ku cûdabûnekê bixe nava aliyên Kurdî.

* Hemû danûstandin ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li Cenêv û Astanayê hatine lidarxistin têk çûn, ji ber ku projeyeke çareseriyê li ba aliyên beşdarî tune bû. Rêveberiya li Bakurê Sûriyeyê xwedî projeyeke federaliya demokratîk e. Hûn vê projeyê çawa dinirxînin, gelo pêkanîna vê projeyê li Sûriyeyê pêkan e û çima?

Me weke Eniya Sûriyeyê berî her kesî projeya federaliyê yan nenavendiya siyasî di sala 2013’an de di daxuyaniya damezrêner de pêşniyar kir. Di wê demê deme projeya xwe radestî Rûsyayê kir û li ser vê bingehê wan em vexwendin civîna Mosko ya yekemîn û duyemîn. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in ku xewna me ya demokrastiyê di destpêkê de li Bakurê Sûriyeyê pêk tê. Em ê bi hemû aliyên Sûriyeyê re ku erênî li mijarê dinêrin tevbigerin da ku guhertin û çaksaziyê li seranserî Sûriyeyê pêk bînin. Ev proje dê bi ser bikeve ji ber ku naveroka lojîktîk e û aliyên dijberiya wê dikin naxwaze berhemên welat bêne parvekirin û malgirtina wê bike. Her wiha aliyên dijberiya wê dikin, mafên hemû welatiyên Sûriyeyê qebûl nake û cûdabûna çandên wê, zimanên wê û nêrînên wê yên siyasî û azad qebûl nake.

Em hîn di destpêka rê de ne û niha jî em hewl didin hemû aliyên Sûriyeyê bidin nasîn ku berjewendiya wan di jiyaneke hevbeş de ye. Her wiha di nava dewletekê de ku li hemberî wan rêzdar be û hevkariya wan bike û yekîtiya wan ava bike û biyara wan û berhemên wan bi gendelî û terora dîktatoran nedize.

(jh)

ANHA