Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Her cihê tundiyê bikin cihe xweparastinê’

Dîmen

QAMIŞLO – Xwendekarên Fakûlteya Jineolojî ya Zanîngeha Rojava ji bo roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê 25’ê Mijdarê li pêşiya avahiya zanîngehê ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.Qam-Pergala- Îmraliyê – Berdewamiya- Tundiya- Li Ser- Jinê -Ye (10)

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku tundiya li ser jinê rêbazekî desthiladariyê, ji aliyê dewlet, polîs, rexistin tundrew  û hem jî ji aliyê bav, hezkirî û mêr ve tê meşandin.

Li gorî daxuyaniyê,  armanc ji tundiyê ew e ku hertim di şexsê yek jinê de vîna hemû jinan bidin şikandin û tundiya li ser xuşkên ‘Mirbal’ ku pêk hat, ji bo balkişandina li ser vê mijarê bûye mînakekQam-Pergala- Îmraliyê – Berdewamiya- Tundiya- Li Ser- Jinê -Ye (11)

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin “hîna jî her roj bi hezaran jin ji aliyê fîzîkî, nefsî, aborî, çandî, sîyasî bi erîş û tundiyê re rû bi rû dimînin. Li hemberî vê tundiyê şermezarkirin têrê nake. Gereke em zanibin ku dewlet, polîs, an jî zilam me nabiparêzin. Jin êdî dizanin ku parastina xwe nikarin teslîmî tu kesî bikin, parastina xwe gerek bi xwe pêk binin. Li hemberî tundiyê xwe bi rexîstin bikin, xwe zane bikin, îradeya xwe a siyasî derxin, aboriya xwe ya xweser pêşx bixin,  rêxistinên xwe yê parastina cewherî ava bikin. Ev rêbazê herî herî serkeftî ye.

Pergala Îmraliyê jî berdewamiya tundiya li ser jinê ye, deskêftiyên  li vir hatine bidestxistin bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan û bi tekoşîna şehîdan hatin qezanzkirin. Ji bo vê em dibêjin, em ê li hemberî vê tundiye tekoşîna xwe bilind bikin.”Qam-Pergala- Îmraliyê – Berdewamiya- Tundiya- Li Ser- Jinê -Ye (7)

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hate gotin: “Em wek jinên Zanîngeha Rojava û Fakûlteya Jineolojî de perwerde dibînin dibêjin ku her cihê tundiyê gerek bibe cihe xweparastinê.

Em hemû jinên ku li hemberî tundiyê tekoşînê didin meşandin berxwedana wan silav dikin û em ê bibin şopdarên riya jinên ku di nava têkoşîna azadiya jinê de, canê xwe dane.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, derbarê xuşken ‘Mirabal’ sînevisyonek hate pêşandan û Koma Şano ya Şehîd Cûdî ya bajarê Dêrikê girêdayî mijara tundiya li ser jinê şanoyek pêşkêş kir.

(mk-sa)

ANHA