Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Her êrîşeke li ser Rojava wê lê êrîşkarê wê vegere‘

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê piştî civîna xwe ya yekemîn a sala 2018‘an daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî da. Di daxuyaniyê de nêrîn û nêzîkatiyên partiyê yên li ser geşedanên dawî destnîşan kir.

‘Encamên hilbijartinên, demokratîkbûyîna wê nîşan da‘

Li gorî daxuyaniyê, Di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê de, girîngiya hilbijartinên meclîsên rêveberên herêmî yên herêmên federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hate destnîşankirin. Partî dibîne ku hilbijartin bi serkeftî derbas bûn, ji ber di atmosfêreke demokratîk û zelal pêk hate. Di daxuyaniyê de hate gotin “Encamên hilbijartinên rastiya demokratîkbûyîna wê nîşan dide. Komîteya Navnedî xebatên çalakvanên partiyê yên ku beşdarî hilbijartinan bûn silav kir.

‘Her êrîşeke li ser Rojava wê lê êrîşkarê wê vegere‘

Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û tehdîdên li ser Efrînê û wiha hate domandin “Dê Rojava ji hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê re bibe goristan. Her êrîşeke li ser Rojava wê lê êrîşkarê wê vegere ,YPG û YPJ‘ê û gelên herêmên wekî çawa komployên berê têk birin wê êrîşên li ser Efrînê jî têk bibin.”

‘Yên ksivîlan dikujin  ew xayîn in ‘

Komîteyê her wiha daxuyaniyê Serokê Rêjîma Sûriyêeyê Beşar El-Esed ku QSD‘ê bi îxanetê bi nav dike, şermezar kir û wiha got “Yên xayîn ên ku hêzên terorîs û yên biyarnî derbasî Sûriye kirin û sivîlên wê kuştine ne. Kurd biyaniyeke derbasî welat nekiriye. QSD‘ê şerê terora DAIŞ‘ê, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û komên din dike û herêmên berfireh ji xaka Sûriyeyê azad kirin.”

‘Beyî nûnerên Bakurê Sûriyeyê wê Sochî encamp negire‘

Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê di serî de deweleta Tirk hewldanên hin welatan ên ku dixwazin kurdan ji Kongreya Sochi dûr bixin şermezar kir û got “Hewldanên bi vî rengî wê bi ser nekevin. Heger Kurd û QSD‘ê, di nav de YPG û YPJ‘ê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaiya Bakurê Sûriyeyê neyên beşdarkirin dê Sochi jî wî Cinêv tu encamê negire. “

Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê piştgiriya xwe bi federaliy demokrtîk û beşdarbûna xwe ji bo hemû çalakiyên wê nîşan da.

(bb)

ANHA