Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Her kes parastinê dike

Dîmen

NÛREDÎN UMER

EFRÎN – Şêniyên navçeya Bilbilê li gorî rewşa şer xwe bi rêxistin kiriye û parastina gundên xwe ji êrîşên artêşa Tirk û terorîstên wê dikin. Şênî diyar dikin ku ew ji topên Tirkiyê natirsin, ji ber ku ew xwediyê vê erdî ne.

Li dijî êrîşên artêşa Tirk a terorîstên li ser Efrînê, gelên herêmê, jin, zilam, ciwan, mezin û biçûk li gorî rewşê xwe bi rêxistin kirine û li kêleka şervanan parastina herêma xwe dikin.

Şêniyên gundê navçeya Bilbilê bi rengekî hevbeş nobedariya bendên kontrolê dewr girtin û diyar dikin ku ew ji tank û topên dagirkeriyê natirsin, ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.

Mihemed Mamo diyar kir ku, ew wekî sivîl parastina gundên xwe dikin, da ku îsbat bikin ku ew ji balafirên Erdogan natirsin. Mamo got, “Em xwediyê vî erdê ne, me ve erd ji kal û pîrên xwe wergirtine.”

Mamo anî ziman ku Erdogan bi êrîşên xwe, dixwaze şêniyên ji gundên wan koçber bike da ku mal û milkên wan talan bikin û ev tişt anî ziman “Çiqas êrîş dijwar be em gundên xwe terik nakin.”

Endamê Hêzên Parastina Civakî Ebdo Henan got, “Artêşa dagirker 20 roj in êrîşî kantonê dike, lê tevlî vê yekê nikare derbasî herêmê bibe. Ev yek diyar dike ku hêza me xwedî îradeyekeke ku ne tank û ne jî balafir dike wê bişkîne. Hemû welatî beşdarî Berxwedana Serdemê bûne û parastinê dikin.”

Emîna Xelîl anî ziman ku beşdarbûna Berxwedana Serdemê erka wan û got,” Madem jin û ciwanên Efrînê çek hilgirtine û li rex şervanên YPG û YPJ‘ê şer dikin ne mumkine artêşa dagirker û terorîstên wê derbasî Efrînê bibin. Ev ceng dîrokî ye, ji ber ku em li hemberî dewleteke ku destekê dide terorê disekinin û em ê pîlaên wê tê bibe.”

Hemiyata Ehmed anî ziman ku berxwedana Efrînê wê bibe bingeha rizgarkirina hemû jinên cîhanê û ev tişt anî ziman “Min dît ku pêwîste ez beşdarî Berxwedana Serdemê bibin. Ev berxwedan di bibe bingeha rizgrakirina hemû jinên cîhanê. Ne balafir û ne jî topên Erdogan me ditirsîne. Bila Erdogan di dawîkirina Efrînê de ne fikire, bila di dawîbûna terora xwe bifikire.”

(bb)

ANHA