Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Her komeke hunera xwe vedibêje

Dîmen

QAMIŞLO – Mîhrîcana Orkêş a  Mûzîk û Stranên Gelan ku bi beşdarbûna komên Suryanî, Erebî û Kurdî  tê lidarxistin ket roja xwe ya 4‘an.

Mehrîcan bi beşdariya 38 komên hunerî yên Kurdî, Erebî, Êzidî û Suryan li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin û di roja xwe ya 4‘emîn de didome.

Îro jî 6 komên din katin û berhemên xwe pêşkêş kirin. Komên ku îro di mîhrîcanê de beşar bibûn ev in” Koma Kîkan a ji bajarê Dirbêsiyê, Koma Şehîd Alaniya ya bajarê Rimêlan, Koma Gerok jî heman bajarî, Kma Wan a Til Koçer, Koma Şehîd Welat a ji Serêkaniyê û Koma Yekîtiya Hunermendan a Eyn Dîwar.

Di nava 4 rojên mîhrîcanê 19 komên strane û 19 komên din jî dê di 3 rojên li pêş de berhemên xwe pêşkêş bikin.

Tê payîn ku dê encamên mîhrîcanê roja dawî ji aliyê Komîtya Tehkîm ku ji 5 kesan pêk tê, were eşkerekirin.

(bb)

ANHA

QAMISLO-ROJA-4-JI-VESTIVALE (1) QAMISLO-ROJA-4-JI-VESTIVALE (2) QAMISLO-ROJA-4-JI-VESTIVALE (3) QAMISLO-ROJA-4-JI-VESTIVALE (5)