Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Her wêneyek rastiyekê vedibêje

Dîmen

XALID EL-CUMAA

REQA – Çerxeriya El-Neyîm a Reqayê di van 3 rojên dawiyê de veguheriye pêşengeheke hunerî û cihekî ku rastiya jiyana Reqayê lê tê xêzkirin.

Di 26’ê kanûna 2017’an de li Çerxeriya El-Neyîm a bajarê Reqayê sempozyoma “Huner li dijî şer” dest pê kir. Ev yek bi serperîştiya YPG’ê wekî gaveke piştgiriyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tê avêtin.

Şêwekarên ku cihê xwe di nava sempozyomê de digrin ji roja yekê ve heta niha wêne û tabloyan xêz dikin.MIHMED SAHIN

Di hin wêneyan de behsa Çerxeriya El-Neyîm tê kirin. Di hinan de jî berxwedaniya ronahiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê derdikeve pêş. Di wêneyekî de, her wiha bajarê Reqa wekî teyrikekî hatiye xêzkirin.

Şêwekarên ku cihê xwe di vê sempozyomê de digrin ji ANHA’yê re behsa vê pêngava xwe kirin.

Mihemed Şahîn wêneyê kurê apê xwe yê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye resim kiriye. Kurê apê wî yek ji wan kesan bû ku pir ji şûnwarên dîrokî hez dikir. Mihemed Şahîn resmê kurê apê xwe û Deriyê Kevnar ê Bexdayê di wêneyekî de aniye cem hev.

Şêwekarê Kurd Ekrem Zavê di tabloyekê de bajarê Reqa şibihandiye teyrikekî ku bi ava Çemê Firatê hatiye şuştin. Ev yek tê wateya ku Reqa di pêngava Xezeba Firatê ji qirêjiya DAIŞ’ê hatiye şuştin. Di vê tabloyê de dareke di nava reşahiyê de şîn dibe jî heye, mîna ku jiyan ji tarîtiyê ve derdikeve û hêdî hêdî şîn û geş dibe.EKREM ZAVI

Ekerem Zavê wiha behsa vê tabloya xwe dike “Di tabloyê de xaliya reş a terorê ku DAIŞ’ê li paş xwe hiştiye heye. Li kêlekê jî ava Çemê Firatê diherike û di ber darekê ku koka wê şîn dibe re derbas dibe. Li jor jî teryirkê ku bi ava Çemê Firatê ji qirêjiya DAIŞ’ê hatiye şûştin ber bi jor ve difire.”

Çerxeriya El-Nayîm a bajarê Reqayê di sedema dagirkeriya DAIŞ’ê de wekî “Çerxeriya Dojehê” dihate nasîn. Li vê derê serê gelek welatiyan hatiye jêrkirin û destê gelekan jî hatiye birîn.

Hunermend Mûsa Mûsa jî li ser vê çerxeriya ku sempozyom lê hatiye vekirin, tabloyek resimandiye.MUSA MUSA

Sempozyoma Reqa ya “Huner li dijî şer” ku 26’ê kanûnê dest pê kiriye, îro bi dawî dibe. Di dawiyê de ji bo hemû wêneyên ku li vir hatine resmkirin pêşengehek tê vekirin.

(rr/he)

ANHA