Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Herêma Cizîrê

-INFOGRAFÎK

 NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Cizîrê ji du kantonan û 6 herêmên sereke pêk tê.

Li gorî zagonên rêvebirina herêmên Bakurê Sûriyeyê Sîstema Federaliya Demokratîk ji 3 herêmên sereke (Herêma Cizîrê, Firat û Efrîn) pêk tê. Li her kantonekê jî sîstema herêman heye.

Herêma Cizîrê ji du kantona pêk tê:

Kantona Hesekê:

Kantona Hesekê ji çar herêman (Herêma Hesekê, Serekaniyê, Dirbêsiyê û Til Temir) pêk tê. Herêma Hesekê ji bajarê Heseke, bajarok, gund, mezre, navçeya Şedadê, El-Erîşe û Holê pêk tê.

Herêma Serekaniyê ji bajarê Serekaniyê, bajarok, gund, mezre û navçeya Zirganê pêk tê.

Herêma Dirbêsiyê jî ji bajarê Dirbêsiyê, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê pêk tê.

Herêma Til Temir ji bajarê Til Temir û gundên Xabûr pêk tê.

Kantona Qamişlo:

Kantona Qamişlo ji herêma Qamişlo û herêma Dêrikê pêk tê:

Herêma Qamişlo ji bajarê Qamişlo, gund, mezre û navçeya Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Berak pêk tê.

Herêma Dêrik:

Herêma Dêrikê ji bajarok, gund, mezre û navçeya Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa pêk tê.

(np)

ANHA