Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Herêma Dêrikê sê şehîdên rizgarkirina Reqayê oxir kirin

DÊRIK – Şêniyên Herêma Dêrik û navçeya Girkê Legê, sê cangoriyên azadiyê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir, kirin.DRK-MERASIME-3-SEHIDA1 (2)

Ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPJ û YPG`ê Rebîa Sad(Hêlîn Cûdî), Xelef Ebas  El-Fadil (Ezîz Eror) û Wîdad Okco (Masîro Amed), şêniyên  Herêma Dêrik û navçeya Girkê Legê berê  xwe dan nexweşaneya Dêrikê.

Gel ku wêneyan şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan rakirin bûn, her sê cenaze wergirtin û bi kerwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd  Xebat Dêrik a li rojhilatê bajarê Dêrikê.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG`ê ve hate destpêkirin. Piştî toranê, ji Fermandarên YPG`ê Mihedîn Xêrkî axivî û destpêkê sersaxî ji  malbatên şehîdan re xwest. Mihedîn xîtabî malbatên şehîdan kir û got:”Zarokên we bi xwîna xwe ya  pîroz destanên lehengiyê nivîsandin û bi hemû hêza xwe şer kirin da ku çeteyên DAIŞ`ê têk bibin û gelan ji zilma wan rizgar bikin”.DRK-MERASIME-3-SEHIDA1 (4)

Fermandarê YPG`ê salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê bi  bîr xist û got ku ev roj ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye.

Her wiha Hevserokê Desteya Tûrîzim û Şûnwaran axivî û bi navê hemû gelên Herêma Cizîrê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Malbatên şehîdan ku wesîqeta şehadetê wergirtin, soza şopanda rêya şehîdan dan.

Di dawiya  merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re her sê cangoriyên azadiyê hatin definkirin.

(kc)

ANHA