Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Herêma El-Şehbaa bang li QSD’ê kir

EFRÎN – Meclîsa Rêveberiya Herêmên El-Şehbaa, Meclîsa Rûsipiyên herêmê, Buroya têkiliyên Demokratîk bang li QSD’ê kirin ku herêma Minbic û Cerablus ji çeteyên DAIŞ ê rizgar bikin.

Meclîsa Rêveberiya Herêmên El-Şehbaa, Komîteya Amadekar a Meclîsa Rûsipiyên herêmên Şehba, Buroya Têkiliyên Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hêzên QSD ê kirin ku piştî Bendava Tişrîn rizgar kirin bila werin hêrêma Minbic û Cerablus jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em hemleya duyemîn a QSD ê ya rizgarkirina başûrê Kobanê û gundên bendava Tişrîn a roja çarşemê 23/12/2015 destpêkiribû pîrozdikin. Bazên Leheng li ser xwesteka şêniyên wê herêmê destbi vê gavê kirin. Ji ber li hemberî çeteyan seknandin erkekî mirovahî ye.`

Di daxuyaniyê de şêniyên Herêmên Şehba bang li QSD ê kiribûn ku herêma Minbic û Cerablus ji çeteyên DAIŞ rizgarbikin û weha didome `em bang li hêzên QSD ê dikin ku herêma Minbic û Cerablus ji destê çeteyan rizgarbikin. Di heman demê de ji bo careke dîtir vengerin xaka me derseke baş bidin wan. Ji ber me jî mîna herêmên dîtir gelekî tade ji destê çeteyan dît.`

Di daxuyaniyê de şêniyên gundewarên başûrê Kobanê pîrozkirine û weha got ` em îro rizgarkirina şêniyên gundewarên başûrê Kantona Kobanê ya herêmên xwe û di heman demê de rizgarkirina gundên bendava Tişrîn bi destê QSD ê pîrozdikin. Çeteyên DAIŞ ê li ser sivîlan teror dabûn meşandin. Ev zêdetirî salekê ye ku tirs xistibûn dilê kal, zarûzêc û hemû mirovên herêmê de.`

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ev rizgarkirin di çarçevê pîlansaziyeke leşkerî ya lehengên gel pêşketiye û efsaneyeke dîrokî bi xwîna şehîdan hate nivîsandin.

Daxuyaniyê gelê Sûrî jî weha pîrozkiribû ` em vê serkeftinê li hemû gelê Sûrî pîrozdikin û hêvîdarin ku xaka Sûrî bi giştî ji çeteyên ziyan dane mirovahiyê rizgarbibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên şehîdên QSD’ê re sersaxî hate xwestin û ji bo birîndaran jî şîfaya acil hat hêvîkirin.

(np)

ANHA