Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Herêmên Berzanî bargehên leşkerî yên Tirkiyê ne

DOSYA

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hikumeta Erdogan pişît ku têkçûna pîlanên wî di Sûriye û Iraqê de û binkeftina çeteyên DAIŞ‘ê, cebheyeke qirêj bi PDK‘ê re li hember kurdan vekir. Siyaseta nû ya Erdogan xwe dispêre pêkanîna êrîşkirina kurdan, PDK‘ê bi rêbazên dûrî kurdiyatiyê destekê dide vê siyasetê, tevî ku ev siyaset nûqteyên pêşmergeyan hede digire.”

Pirsgirêka her kurdekî li Başûr an jî parçeyên din ên kurdinstanê, ne hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şengal an jî Kerkûkê ye. Pirsgirêka rasetqîn ku Tirkiye hemû herêmên di bin serweriya partiya Barazanî de veguherandiya baregehên leşkerî, ewlekarî, stxbaratî û aborî û weke dagirkiriya Tirkî ji gireva Qobrosê ya Yûnanî lê hatiye. Ev yek jî gumanan derbarê Barazanî û Erdogan li Kurdistanê zêdetir dike û hêrsa gelên Îraqî û Kurdî, taybet jî şêniyên başûr zêdetir dike û daxwaza dawîkirina hebûna Tirkî zêdetir dike. Ji xwe parlementoya Îraqê û Başûr beriya demekê bi daxwaznameyek fermî xwesteke girtina baregehên Tirkî li Îraqê û Başûrê Kurdistanê kirin.

Li vir di mêjiyê her kurdekî de pirsa hebûna gêrîlayan ku bi hawara  gelê kurd  li Şengal, Hewlêr û Kerkûkê ve çûn, li başûrê kurdistanê û hebûna 20 baregehên Tirkî ku herêm dagir kirine, derdikeve pêş. Lewma bi kêmanî be jî, emê dîroka hebûna Tirkiye li başûrê Kurdistanê ku bûye navendeke êrîşa dijî kurdên parçeyên din ên kurdistanê, vekolin.

Dîroka dagirkirina Tirkiye ji Îraq û Başûrê Kurdistanê

Di sala 1983`an de bi hevpeymaneke devkî ku di navbera Sedam Hisên û Tirkiye de pêk hat, biryar hat girtin ku Sedam li Pêşmergeyan bixe, beramberî wê Artêşa Tirk 15 km derbasî axa Iraqê bibe. Di sala 1995`an de ev hevpeyman di navbera Barazanî û Tirkiye ji bo têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê xurtir bû û bi saya wê artêşa Tirk mezintirîn baregeha xwe li Bamernî ava bike. Piştre gav bi gav hejmara navendên Tirkî zêdetir bû û bi demê re bi liv û tevgera Tirkî serbestir bû heta ku di sala 2015`an de gihîşt Başîqa. Di belgeyên ku rêxistina navnetewî ya Wikileaks belavkiribû de; Rêveberiya Hewlêrê 200 melyon dolar wekî lihevkirineke leşkerî veşarî radestî hikûmeta Tirkiyê kir, di vê lihevkirinê de sedemên radestkirina vê pereyî nehat diyarkirin. Rayedarên PDK‘ê tekez kirin ku pere 150 melyon dorlar bû. Ev yek eşkere dibe ku lihevkirine bazirganî li ser doza kurdî heye û berjewendiyên malbata Berzanî diparêze. Li hember vê yekê nerazîbûnê ji aliyê gelê kurd hem li başûr û hem ji li Iraqê ve çêbû û wekî dagirkirineke hate wesifandin. Gelek caran banga girtina hemû bargehên Tirk hate kirin. Hêjaye ku were bi bîrxistin; hemû hevpeyman ne bi belgekirî ne û li gel Neteweyên Yekbûyî ne qeydkirin, yanî di astan navnetewî de ne rewa ne.

20 bargehên Tirk li herêmên Berazanî hene, gel qebûl nake

Li herêmên ku di destê PDK‘ê yê ku malbata Berzanî serokatiya wê dike hejmareke mezin ji navend û bargehên leşkerî yên Tirk hene. Piştî ku artêşa Tirk hêzên xwe li herêma Başîqayê zêde kir, li parêzgeha Dihok û Zoxoyê 18 bargehên leşkerî, emnî û istixbaratî hatin avakirin. Bi vê yekê herdu herêmê bi bargehên Tirkan çemberkirîne.

Bargehên Tirk ên li Başûr ev in:

Bargehên Bamirnî û Başîqa: Ji bargehên herî mezin ên Tirk li Başûr in. Bargeha leşkerî ya Bamirnî di sala 1997‘an de ango piştî itîfaqa bi Berzanî re ya şerê çekdarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate avakirin. Wekî bargeheke lojistî, leşkerî mezin tê naskirin, tê de balafir, bi dehan tank, panzerên mezin û çek hene, her wiha zêdetirî 500 leşkerên Tirk jî hene.

Bargeha Başîqa: Duyenîm mezintirîn bargehên Tirkiyê li Başûr e. Dikeve herêma Zêlka ya nêzî çiyayê Meqlûb yê Başîqayê, di sala 1995‘an de hava avakirin. Tikiyê di sala 2015‘an li vir de jî, leşkerî, çek, balafir xwe bi cih kirine. Di bargeha Başîqayê zêdetirî 2 hezar leşker, fermandarên Tirk, her wiha psporên leşkerî yên perwedeyê didin komên çete yên bi navê Pêşmergeyên Rojava, Zêrevanên Nînewa yê girêdayî Esîr El-Necefî, tabûrên Tirkumen tevlî hin komên ji Sûriyê û dewletên biyanî. Di êrîşên dawî yên ser Xanesora Şengalê de diyar bû ku ev komên êrîş pêk anîn di bargehên de hatin amadekirin.

Li gel van jî bargeha Baroxî ya navçeya Kanî Masî heye, li vê derê jî zêdetirî 450 leşkerên Tirk, tan û panzêr hene. Her wiha bargehan Girê Bî yê navçeya Batûfa ya Zaxoyê ku tê de 200 leşker tevlî tank û obus hene, hejmara leşkeran li vêr bargehê ber bi zêdebûnê ve diçe.

Li parêzgehên Dihok, Zaxo, Soran 12 bargehên leşkerî yên Tirk hene, ev bargeh; Sinkî, Bîkofa, Wadî Zaxo, Sêrî, Sêrî  ya Şîladzî, Kiwîkî, Qemerî Berwarî, Koxî Spî, Deriyê Doyatiya, Çiya Serzerî, Babşîtan ya Soran û Qeleçolan.

Navendên istîxbaratê Tirkiyê li başûr:

1-Navenda Ewlehî û Istîxbarata (MÎT) li navçeya El-Îmadiyê.

2-Navenda Ewlehî û Istîxbaratê li Batûfanê.

3-Navenda Emniyetê û gelek buroyên din li Zaxo.

4-Navenda Emniyetê û Istîxbarata MIT li taxa Girê Basî ya Dihokê û buroyên wê li parêzgehê.

Li gel van hemûyan jî ji sedî 80 şirketên aborî û bazirganî yên başûr di destê hikûmeta Tirkiyê de ne, niha jî amadekariyan dike ku bi dehan dibistan, zaningehên Tirkî bêyî ku ji aliyê Başûr destur bixwaze, veke.

Piştî agahiyên derbarê dagirkeriya Tirkyê ku diyar ji aliyê PDKê ve tê silavkirin, PdK di mijara hebûna Arêtşa Tirkiyê û derbasbûna wê di xaka Başûrê Kurdistanê de vekiriye û qebûl dike ku Tirkiyê di wîlayeta Tirkiyê ya ne fermî de bimîne

Ev yek di bombebarana roja 25‘ê Nîsana vê salê li dijî gundên kurdan ên li Rojava û  Şengalê ku berê amadekarî jê re hatibû kirin, diyar bû. Piştî van êrîşan ku vîna gelê kurd û destkeftiyên şoreşê hatin hedefgirtin, Berzanî derket û bang li PKK‘ê dike ku ji Şengalê vekişe da ku pîlanên Tirkiyê di herêmê de bi cih bîne, bi vê yekê jî dê Tirk têkiliyên xwe yên bi komên çete di serî de DAIŞ, li Reqqa, Mûsil û herêmên Şehbayê vegerîne.

Ma wê PKK‘ê ya ku bi hawara Şengal û Hewlêrê ve çû û piştî vekişandina çekdarên PDK‘ê xwe kirin mertal li hember terorê, vekişe?, an jî wê PDK‘ê bargehên wê yên di herêmên xwe de bigire û leşkerên wê yên destekên didin terorê ku şerê kurdan bike, biqewitîne?

(bb)

ANHA