Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Herêmên Ewle çiqasa pêkane?

Nazdar Ebdî

NAVENDA NÛÇEYAN – Avakirina herêmên bi ewle di nav Sûriyê de rojevek 6 salan didome ye. Di serî de Tirkiye ji bo dagirkirina Rojava herêma  tampon xist rojevê, lê ji aliyê rayagiştî ya cihanê  nedihat pejirandin. Niha Amerîka li Sûriyê ji bo herêmek ewle ava bike, amadekariya dike. Lê ev biryara DYA li beramberî Veto ya endamê daîmî yên Netewên Yekbûyî rû bi rû ye. Lewra pirsa xwe radixe ew ê ev çawa pêk bê û ji bo razîkirina endamên daîm ên NY’yê ew ê Amerîka çi gavan biavêje?

Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmeyek biryar da Pentagonê û Wezareta Derve ya Amerîkayê ku heta 90 rojan, ji bo avakirina deverên aram û bi ewle li Sûriyê ava bikin. Ev herêmê ewle wê ji bo  girêdana peymanên bi welatên sêyemîn re li ser hewandina hemwelatiyên Sûriyê wek planek ket rojevê. Niha qasî 6 mîlyon hemwelatiyên Sûriyê dervî Sûriyê jiyan dikin.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehemed ji derbarî nîqaşên li ser herêmên ewle de ji ANHA’yê re axivî û got: “Li Sûriyê bi nêrîna me, herêmên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê ne, herêmên herî bi ewle ne ku herî zêde istîqrar û avakirin lê heye.”

Tirkiyê bi herêmek ewle dixwest Rojava dagir bike

Herêmên bi ewle ku Trump  qal kir, ji 2011’an ve bi riya Tirkiyê di rojeva Dosyaya Sûrî de bû. Dewleta Tirk ji destpêkê ve dixwaze Rojava ku li ser sînorê siyasî yê Tirkiye ye dagir bike. Ji bo vê jî Tirkiye ji wê demê ve dixwest ku xeta sînorê bi Sûriyê re ango herêmên Rojavayê Kurdisan û Şahbayê weke herêmên bi ewle bên naskirin û di bin parastina artêşa Tirk de bin. Bi vê armancê bicih bîne jî, weke her car dosyaya mirovî ya koçberiyê derdixist pêş û weke hincet nîşan dida. Tirkiye bi riya vê dixwest hem herêmên Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ji komên çeteyên xwe re navendên perwerde û baregehên bi ewle yên di bin sîwaneyek parastina herêmî û navnetewî de çêbike da ku ji vir wan amade bike û bişîne şer rejîma  Sûriyê bike . Ango ji vê herêma bi ewle êrîşên dijî Sûriyê birêve bibe. Rejîma Sûriyê û raya gîştî ya navnetewî jî ev daxwaza Tirkî red kir û mafê mudaxeleyê nedida Tirkiyê.

Dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpêkir

Di 24’ê Tebaxa 2016’an û dagirkirina Tirkiyê ji herêma di navbera Cerablus, Ezaz û Babê de rastiya plana Tirkî ya avakirina herêmên bi ewle li vê herêmê derket holê. Dewleta Tirk niha bi dagirkirina Şahba herêma û Bab ve qanûnên navnetewî binpêkir. Dewleta Tirk a dagirker bimebesta “li dijî DAIŞ şer” dixwaze ev dagirkerî rewa bike jî, lê him rejîma Sûriyê him  hêzên cihanî  mayîndebûna dewleta Tirk qebûl nakin.

Amerîka wê çi bike?

Rêveberiya Amerîka ya berê bi serokatiya Barak Obama pêşniyara Tirkî weke “pir zehmet e pêk bê” binav dikir. Nemaze rêveberiya Amerîkî weke xala sereke şerê li hember terorê li Sûriyê armanc dikir. DYE destwerdanek dewleta Tirk bi vî rengî ji bo berjewendiyê xwe li Rojhilata navîn xeter didît û ji bo wê jî herêmek ewle bidestê dewleta Tirk qebûl nekir. Her çend penaberên Sûriyê wek hinceta avakirina herêmek ewle ya bi destê DYE be jî, DYE ji bo berjewendiyê xwe yên li herêmê biparêze pêwîstî bi cihek hebûna xwe lê mayînde bike dibîne.

Serokê nû yê Amerîka Donald Trump di kampaniyeya propogandaya xwe de jî nîşan bi wê yekê dikir ku li Sûriyê herêmên ewle ku ji balafiran re qedexe bin bên avakirin, da ku koçber lê bicih bibin û derbasî Amerîkayê nebin. Dibe ku ev gav ji bo rawestandina pêla penaberî û derketina çeteyan ber bi welatên rojavayê ve pêkan be.

Lewra herêmên bi ewle û herêmên tampon ku tên qalkirin çi û bi çi mafî dikarin bên avakirin? Serokatiya nû ya amerîkayê çima di vê rewşê de projeya herêmên bi ewle derxist holê?

Herêmên bi ewle û herêmên tampon cûdatiya wan çiye?

Ji bo pêkanîna herêman wiha pêwîste biryarek ji Konseya Ewlekariyê, Qedexekirin firîna balafiran û hêzeke zîrevaniyê ya li ser erdê hebe. Lê di navbera herduyan de gelek cudahî hene.

Herêma tampon di demên şerên çekdarî de, bi tîfaqeke di navbera herdu aliyên şer an jî di demên agirbestan de tê diyarkirin. Ev herêm li gora zagonên navnetewî li herêmên sînor tên avakirin. Li ser erdê herdu welatan jî fireh dibe û carnan jî bi armanca ku di navbera welatên şer dikin de şer bê rawestandin de tên avakirin. Di mînaka şerê 1990 yê Iraq dijî Kiwêtê de ev hat dîtin. Carnan jî bi zora aliyekî şer tên avakirin, mîna ku Îsraîl di dema şerê li hember Lubnanê de pêk anî û heya 10 KM di kurahiya Lubnanê de herêmek tampon ragihand.

Herêmên bi ewle jî ji bo parastina komeke sivîlên ku nikarin parastina xwe bikin tê avakirin. Piştî ku Konseya Ewlekariyê li ser pêşniyara Komîteya Mafên Mirovan a Meclîsa Mafên Mirovan biryara avakirina vê herêmê bide, 2 welat ji bo pêkanîna biryarê tên erkdarkirin. Her wiha firîna balafiran li vê herêmê tê qedexekirin da ku jiyana sivîlan nekeve metirsiyê de.

Armanc ji avakirina herêmên bi ewle li gora qanûna navnetewî ew e ku bi riya korîdorên bi ewle, dest werdin rewşa welatiyên ku rastî êrîş, êşkence, tunekirin û hwd tên bê kirin û mafên wan bên parastin. NY beriya Sûriyê, gelek caran bi riya avakirina herêmên biewle dest werda rewşa gelek welatan û mafên welatiyan, kêmnetewan parast. Li Başûrê Kurdistanê jî di dema şerê çekdarî de ev herêm pêk hat. car din Îsraîl di dema şerê bi Lubnanê re bi serê xwe herêmek bi ewle binav kir û heya 7 Km di xaka Lubnanê de pêş ket.

Dengvedanên siyasî

Di vê navberê de Rûsiye bi riya daxuyaniyekê ragihand ku derbarê plana Amerîkî de tu nîqaş bi wan re nehatiye kirin. Paşê Rûsiye da zanîn ku eger rejîma Baasê vê planê qebûl bike, ew ê jî qebûl bike. ji aliyê din ve jî duh di navbera Serokê Amerîkî û yê Siûdî Erebîstanê bi riya telefonê diyalogek rû da û di encamê de hat gotin ku Siûdî bi şertê ku li Yemenê jî herêmên bi ewle bên avakirin, qebûl kiriye ku li Sûriyê ev herêm bên avakirin.

Hîna ji aliyê rejîma Baasê tu daxuyaniyek zelal derneketiye holê. Lê ji rayedarên Rojavayê Kurdistan ew weke gaveke parastina koçberan hat nirxandin.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehemed ku niha bi serkêşiya şandeyek dîplomatîk li Amerîkayê hevdîtinan li gel hikumeta nû ya Amerîkayê re pêk tîne derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û got: “Heya niha mijara avakirina van herêman tê lêkolînkirin, ew ê ji vir û pê ve pêşniyar bên girtin û plan bên danîn. Lê belê li Sûriyê bi nêrîna me, herêmên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê ne, herêmên herî bi ewle ne ku herî zêde istîqrar û avakirin lê heye.”

Çavkaniyên dîplomatîk ên Rojavayê Kurdistanê de jî derbarê mijarê de gotin ku herî zêde niha îmkana ku herêmên di bin parastina QSD’ê de veguherin herêmên bi ewle guncaw e ji bo Sûriyê. Nemaze ev herêm niha zêdeyî 800 hezar koçberên ji Sûriyê û penaberên ji dereyî wê pêşwazî dike, derfetên jiyanê ji wan re ava dike û ewlehiya wan diparêze.

Heya niha ne diyar e, ka ev herêm dê li ku bên avakirin, dîsa jî ne diyar e ka eger pêşkêşî konseya ewlekariyê hat kirin dê bê qebûlkirin an mîna gelek biryarên beriya wê rastî veto were.

(ak)

ANHA