Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Herêmên rizgarkirî ji bermahiyên çeteyan têne paqijkirin

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandibûn, bê bandor dikin û herêmê ji bermahiyên wan paqij dikin.

Çeteyên DAIŞ′ê bi armanca astengkirina pêşveçûnên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li rojhilatê bajarê  Reqqayê mayînan li qeraxên gundan û riyên giştî diçînin. Ekîpa taybet ên girêdayî QSD′ê mayînan bê bandor dikin.

Ekîpê hemû mayînên ku li derdora gundê Xes Icêl hatibûn çandin, bê bandor kirin û xebatên paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan didomînin.

Şervan li rojhilatê Reqqayê pêşve diçin.

(mm)

ANHA