Têkilî | Derheqê me de
ANHA

HÊVA EREBO : Serkeftinên herêmê wateya rast a Newrozê nîşan dide

GIRKÊ LEGÊ – Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo cejna Newrozê li hemû gelên herêmê pîroz kir û got ku berxwedana gelên Rojava û Bakurê Sûriyê wateya rasteqîn a Newrozê û berxwedana wê nîşan dide.

Bi hatina cejna Newrozê re her wiha ragihandina Efoya Giştî a tawanên berî 21`ê Adara 2017`an hatinkirin re, Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo peyama pîrozbahiyê di rêya ANHA`yê re diyarî gel herêmê kir.

Hêva Erebo di peyama xwe de cejna Newrozê li kesên efoyê digrin jî pîroz kir û bang li wan kesên kir ji şaştiyên xwe vegerin û tawanan dubare nekin û di çarçoveya misogerioya aramiya civakê de tevbigerin.

Hevseroka Kantoan Cizîrê Hêva Erebo di destpêka peya ma xwe ya Neworêz de cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gelên bindest, her kesê ruhê xwe ji bo azadiya gelan fedakiriye, jinan û dayikan pîroz kir û wiha got: ʺ Newroz jî wek cejn û boneyên din ên netewî û olî ji bo pêkanîna aştiyê ye û gihandina peyama aştiyê ye, ji bo wekhevî û lihevhatina civakî ye.ʺ

Hevseroka Kantona Cizîrê di berdewama gotina xwe de got ku gelên Rojava û Bakurê Sûriyê di salên derbasbûyî de wateya Newrozê ya rast ku Berxwedanê vejîn dika pêk aniye û wiha dom kir: ʺSereftin û destkeftiyên gelên Rojava û Bakurê Sûriyê wateyên girîng li ser cejna Newrozê zêde dike. Di demên zehmet ên aloziya Sûriyê de û zilm û dijwariyên gelê me jiyan kiriye de, nîşan didin ku Newroz ji bo aştî û azadiyê watedare. Piştî serkeftinên ku gelê me pêkanîne û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk hat avakirin, cejna Newrozê bû cejna hemû pêkhateyên herêmê, bû cejna her têkoşerekî ji bo azadiyê û gelên Ii hemberî zilm û zordariyî serî hildane. Ji vê derê de wateya rasteqîn a Newrozê ku Berxwedan û pêkanîna serkeftinê li hemberî zilm û zordariyê nîşan dide.ʺ

Afûya Giştî tawanên terorê nagire nava xwe

Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo di peyama xwe de Ii ser afûya giştî a tawanên berî 21`ê adara 2017`an hatine kirin ku ji aliyê Hevserokatiya Kantona Cizîrê ve hatiye erê kirin axivî û wiha got: ʺBi bonaye hatina cejna Newrozê, Meclîsa Dadê pêşniyarek derbarê Efûya Giştî pêşkêşî Maclîsa Zagonsaz kir, piştî ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hat erêkirin, ji aliyê Hevserokatiya Kantona Cizîrê ve jî hat erêkirin. Ev biryara Efûyê bi Newrozê re ket meriyetê.

Tê zanîn ku herêm di rewşên dijwar a şer re derbas dibe, vê yekê kir hin kes tawanên cuda yên cinayet û şaştiyan bikin, bi taybet jî rejîmên desthilatdar insan ji nirxên exlaqî yên civakê dûr kiribûn. Ji ber vê yekê ev Efûya Giştî hat erêkirin da ku ew kesên mehkûm li xwe û şaştiyên xwe vegerin. Efoya Giştî ne ji bo hemû tawanan e, hin tawan hene ji aliyê civakê nayên efûkirin. Tiştê girîn ji bo me ew e ku Efûyê giştî derfetê dide pir kesan li xwe û şaştyên xwe vegerin û jiyana xwe sererast bikin. Em hêvî dikin ku her kesê ji biryara efûyê sûd werdigre ku li xwe vegere û tawanên xwe dubare nekin.ʺ

Hevseroka kantona Cizîrê Hêva Erebo di dawiya peyamê cejna Newrozê li hemû kesên ku efûyê giştî wan digre nav xwe, hemû pêkhate û gelê herêmê pîroz kir.

(rr)

ANHA