Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevdîtina dawî ya bi kurê xwe yê şehîd re dibêje

Dîmen

FÎDAN ABDULLAH

EFRÎN – Dayikekê di merasîmê oxirkirina kurê xwe yê şehîd de, hevdîtina dawî ya bi kurê xwe de bi bîr tîne û dibêje ku ew bi şehadeta wî serbilind e ku soza bi min re dabû bi cih anî.

Bi hezaran welatiyên kantona Efrînê bi merasîmekê cenazeyên 21 cangoriyên Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Di merasîmê oxirkirinê de, di nava girse de, jineke bi dengekî bilind got: “Ez dayika şehîd Sêvan im, hêz û cesareta min fikrê Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan e. Ez bejna xwe li hemberî şehîdên Berxwedana Serdemê, Avest û Zîlan ditewînim.”

Şehîd Sêvan Mihemed, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ye, ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şerayê ye û di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bû.

Dayika şehîd Sêvan, Mewlûda Mihemd hevdîtina xwe ya dawî bi kurê xwe yê şehîd kir anî ziman û got: “Kurê min; heger şer qewimî, soz bide min ku meydanê bernede û xayîn nebe. Ez bi serbilind bim ku tu soza xwe pêk bîne. Kurê min bersiva min da û got:“ Ma ne şerm e em birevin.”

Dayikê dibêje ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e.

(bb)

ANHA