Têkilî | Derheqê me de

Hevdîtina pênûsê ya wêjeyî dest pê kir

EFRÎN – Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê di bin dirûşmeya ″Bi pênûsên azad em pêş dikevin″ hevdîtina pênûsê ya wêjeyî li dar xist.EFRIN-BI-BENUSEN-AZAD-EM-BILIND-DIBIN1 ‫(1)‬ ‫‬

Bi boneya nêzîkbûna şoreşa 19′ê Tîrmehê, bi beşdariya nivîskar û wêjevanan hevdîtina pênûsa wêjeyî li Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin û dê du rojan dom bike û tê de helbest, çîrok, gotar û lêkolîn bêne pêşkêşkirin.

Di hevdîtinê de Endamên Rêveberiya Rêveberiya Xweser, Akademiyên Civaka Demorkatîk, Desteya Kar û Barên Civakî, zanîngeha Efrînê, Desteya Çand û Hunerê, Kongreya Star, Heyva Sor a Kurd, Hêzên Asayîşê, Rêxistina Mafên Mirovan, Meclîsa Dada Civakî, PYD′ê, Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, Komîteya Kar û Barên Olî ya navçeya Cindirêsê û nûnerên saziyên sivîl, amade bûn.EFRIN-BI-BENUSEN-AZAD-EM-BILIND-DIBIN1 ‫(174850568)‬ ‫‬

Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir Piştre Endamên Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran Ewfa Seydo û Mihemed Welîd bixêrhatina beşdaran kirin û lidarxistina hevdîtinê pîroz kirin.

Di berdewama hevdîtinê de Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Heysem Mustefa bal kişand ser girîngiya pênûsê di pêşeketin û şaristaniya civakê de û wiha got: ″Dîrok bi destê wêjevanan nayê nivîsandin, lê bi destê aşiqên welat û azadiyê tê nivîsandin. Di vê rewşa ku herêm tê re derbas dibe de, berxwedana pênûsê li hember berxwedana çekê girînge.″FERZENDA MUNZUR

Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ferzende Munzir jî diyar kir ku êrîşên dewletên li dijî aşitiyê yên li ser fikirên azad zêde bûne û wiha domand: ″Gelê Kurd bi pênûs û çeka xwe peyam dane cîhanê û dane zanîn ku ew sembola aşitî û biratiya gelanin.″

Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran Ewfa Seydo peyamên pîrozbahiyê yên ji aliyê ″TEV-DEM′ê, NRLS′ê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê, Komîteya Kar û Barên Olî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Êzidiyan û Kongreya Star″ ve hatine şandin xwend.EFRIN-BI-BENUSEN-AZAD-EM-BILIND-DIBIN1 ‫(174850573)‬ ‫‬

Di hevdîtinê de malbatên rewşenbîrên ku çûne ser dilovaniya xwe ″Xelîl Seîd Menan (Ebû Celal), Mihemed Şêxo (Ebû Zinar), Ibrahîm Nesan Mustefa (Ebû Ferhad) û Ebdulrehman Umer (Ebû Selah)″ hatin xelatkirin. Piştre jî kurtejiyana wan hat vegotin.

Hevdîtinê rewşenbîrên bi navên ″Zozan Mihemed, Selam Hisên, Seyfedîn Ebdo, Selah Yûsif, Mihemed Welîd, Hikmet Hiso, Hoşyar Ebdî, Ewfa Seydo, Hesen Tehsîn, Cemîl Reşîd Hesen Baran, Lewend Mêrko, Ebdullah Şikakî û Usama Xelîl″ çîrok, lêkolîn û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Tê payîn ku dê hevdîtina wêjeyî sibe dom bike û têde hunerên helbest û mûzîkê bêne pêşkêşkirin.

(mm)

ANHA