Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevdîtina Şêwirî bi amadebûna hemû aliyan tê lidarxistin

AMÛDÊ – Hevdîtina Şêwirî ya ku Meclîsa Sûriye Demokratîk organîze dike, bi beşdarbûna hemû aliyên siyasî, eşîr, rêxistinên sivîl, ciwan û jinê, tê lidarxistin.

Di hevdtîna ku di bin dirûşmeya”Fedralî çareseriya herî guncaw ji bo hevgirtina Sûriyê”, Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed, Hevserokê Meclîsa Daemezrêner a Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Mensûr El-Selûm, nûnerên partiyên Kurd, gelê Ereb û Sûriyan, rûspiyên Kurd û Ereb, Meclîsa Rûspiyan, rêxisitnên ciwanan û jinê û çalakvanên civakî, amade bûn.

Di hevdîtina ku li salona Bîlesan a navçeya Amûdê ya Herêma Cizîrê tê lidarxistin de, li ser gelek xalên sereke nîqaş tê kirin.

Mijarên ku nîqaş niha li ser tê kirin wiha ne:

*Hêzên herêmî tevî nakokiya kûr di navbera wan de û wêrankirina Sûriyê, her wiha aliyên ku ji bo desthildariyê şer dikin, ji pêkanîna projeya federaliyê ya Sûriyê ya ku yekîtiya axa Sûriyê diparêzê, ditirsin. Lê hêzên navborî bi federaliya ku piştî sala 2003`an li Iraqê pêk hat û federaliya ku sala 2005`an li Sodanê pêk hat, qebûl dikin.

*Reng û sîstema federaliyê, pêkanîna zagonên wê, çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û rêveberî di dewletên ku gelek pêkhate wekî wekî Sûriyê, bi hev re dijîn.

(jo)

ANHA