Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevdîtinên opozîsyona Sûriyeyê li Mosko didomin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevdîtinên di navbera aliyên opozîsyona Sûriyeyê de li paytexta Rûsiya Mosko ku duh dest pê kiribûn, berdewam in.

Bi armanca avakirina yekîtiya aliyên opozîsyonê û dest bi diyaloga di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyeyê de, hevdîtinên li Mosko berdewam in. Bêtirî 30 kesayetên opozîsyona Sûriyeyê di nava wan de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û partiyên kurdî ji wan “Cîgira Serokê Desteya karên Derve ya herêma Cizîrê Emîne Osê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Nunerê PYD’ê li Ewropa Dr. Xalid Îsa” jî amade bûn.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsiyayê ragihandin ku hevdîtinên ku duh pêkhatine derbarê nêzîkkirina hêzên opozîsyonê ji hevûdu de bûn û ji bo bi yek dengî beşdarî diyaloga bi hikûmeta Sûriyeyê re bibin hevdîtin pêk hatin.

Nîqaş derbarê şêwaza rêveberiya Sûriyeyê de ya di pêşerojê de, mijara veguhastina demokratîk û mijaran hevkariya bi hikûmetê re li dijî terorê û bi taybet li dijî DAIŞ’ê de pêk hatin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyayê Sergey Lavrov gotibû ku armanc ji van hevdîtinan ew e ku atmosfêrekî ji bo diyalogê di navbera aliyên Sûriyeyê de peyda bike û da zanîn ku hemû alî ji bo peydakirina aştî û şerê li dijî terorê li hev kirine.

(jh)

ANHA