Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevîtina Pûtîn û Erdogan di asta aborî de ma

ANALÎZ

Azîz Koyluoglu

Têkiliyên dewleta Tirk û Rûsya piştî balafira Rûs ji aliyê Tirkiyê ve hatibû xistin, gihaştibû astekî şer. Rûsya liberamberî dewleta Tirk sînorê xwe girtibû, ji aliyan ve bazirganiya bi Tirkiyê dabû rawestandin. Ev jî li ser aborîya Tirkiyê bandoriyekî neyînî dabû kirin. Herçend rayadarên dewleta Tirk dixwestin xwe ji bin vê badoriyê derxin û têkiliyên xwe normal bikin jî, daxwazin Rûsya ji dewleta Tirk pirr zêdebûn û Tirkiyê nedixwest daxwazan pêk bîne. Xala sereke ya Rûsya ji dewleta Tirk dixwest siyaseta xwe ya li Suriyê biguherîne.

Duh di 23. Kongra Enerjî li bajarê Stenbolê hatelidarxistin. Kongre di demek ku têkiliyên dewleta Tirk û Rûsya ku piştî hewldana  derba leşkerî ya Tirkiyê berbibaşiyê ve diçin, pêk hat. Care yekem, piştî ketina balafira Rûsya serokê Rûsya hate Tirkiyê. Pûtîn bi hatina xwe ya Tirkiyê wek xelatekî nirxên xaza xwezayî ya difroşe Tirkiyê erzan kir. Di hevdîtina Erdoğan û Pûtîn’de peymana Xeta Tirk  (Tirk Akimi) hate wajokirin. Piştî hevdîtinin herdû aliyan Erdoğan û Pûtîn derketin pêşiya çapemeniyê  daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de çend xal hatin rêzkirin. Ya sereke Enerjî û  hevkariya herdû aliyan di warê aborî de bû. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û ketina Tirkiyê ya Cerablus nîqaşkirine. Dema herdû alî derketin pêşiya çapemeniyê ji rûyê Pûtîn û Erdogan jî eşkere dibû ku, bi neçarî hatine cem hev.

Him Rûsya him jî Tirkiyê diwarê aborî de neçarî hevin. Rûsya piştî nakokiyên wê yên  Ûkranya, ku Rûsya niha xaza xweza ya xwe bi ser Ûkranya re difroşe Ewropa û dema peymana bi Ûkranya re du  salên din temam dibe. Ger nakokiyên Rûsya û Ûkranya çareser  nebe  û niha rêyekî çareserî jî nexuya ye, Rûsya neçare rêyekî  din yê firotina xaza  xwe peyde bike. Ev jî wê neçarî Tirkiyê dike. Di heman demê de Tirkiyê bi milyar dolaran bi Rûsya re bazirganî dike û berhemê xwe difroşe. Ev jî herdû aliyan nêzîkî hevdike.

Ev aliye erînî yên herdû aliyane. Nakokiyên cidî yên Tirkiyê û Rûsya hene û di rewşa niha de daneyên çareseriyê jî ne diyare. Dewleta Tirk di siyaseta xwe li Sûriyê de di gotinê de guhertinek dabe çêkirin jî, di siyaseta xwe ya giştî de tu guhertinan nekiriye, nake jî. Lê ji rayadarên Rûs jî eşkere daxwaz ji dewleta Tirk dikin ku sekna xwe ya siyasî a Rojhilata Navîn biguherîne.

Dewleta Tirk wek beşek ji NATO û dewletek Îslamî-Sunî ye. Di heman demê de di siyaseta Sûriyê’de bi Erebîstana Siûdî û Qetar re dinava hevsengiyek deye. Ev hevsengiya Erebîstana Sûdî, Qetar û Tirkiyê xwe wek bloka Sunî pênaskirin û  ji aliye DYE û YE ve tê destekirin.

Li dijî vê blokê Îran, Şia yê Iraq, Hûsiyên Yemenê  û rejîma Suriyê wek blokek cihê digre. Rûsya û Çîn jî heta niha piştgiriya ev blokan dikin. Di wateyek din de nakokiyên herdû aliyan ne cihê lihevhatinê ne. Li Iraq, Yemen û Sûriyê şerek dijwar dinava herdû blokan de heye.

Pêştî 15 Tîrmehê ku hewldana derbeya leşkerî Tirkiyê, Rûsya û Îran xwe wek xelaskarê Erdogan dane xuya kirin. Di rastî de jî hinek wiha bû. Di daxuyaniyê rayadarên Rûsya jî eşekere bû ku wan agahiya derba leşkerî dane Erdogan. Ev destek Rûsya wek  hewldanek Dewleta Tirk ya bi serokatiya Erdogan ji him NATO û DYE dûr bike, hat kirin . Erdogan vê hewldanê baş dît û diwarê siyasî de ji vê rewşê sûd wergirt. Lê ev hewldana Îran û Rûsan tu encamek bidest naxe.  Wê nêzîkbûna Tirkiyê û Rûsya di çarçova têkiliyên aborî de bimîne.

Di demek ku têkiliyên Tirkiyê û Rûsya di warê aborî de baş dibin, Rûsya hebûna ya li Sûriyê mayînde kir. Êrîşên xwe li ser Heleb’ê zêdekir. Parlamena rejîma Sûriyê ji bo hebûna leşkerê Rûsya heta heta be qanûnek erêkir.

Yek  armanca Dewleta Tirk xwe  nêzîkirina Rûsan jî, li Sûriyê Kurd bêmaf bimînin. Bi taybet projeya Kurdan ya Federalimê ji aliyê Rûsan ve neyê destek kirin. Dagirkirina Cerablus û herêma Şahba, bê vê armancê pêkanî. Erêkirina Rûsan ya ji dagirkeriya dewleta Tirk, mesaj ji bo Kurdan bû.  Lê Rûsya niha neamadeye ku li ser daxwazin dewleta Tirk li Sûriyê dijberiya Kurdan bike.

Nakokiyên Rûs û Tirk ne demkî, stratejîkin

Yekem; ji Tirkiyê dixwaze ku siyaseta xwe ya li Sûriyê û Rojhilatanavîn biguherîne û alîkariya xwe bi komên çeteyên dijberiya rejîma Sûriyê dikin, rawestîne. Di heman demê kampên çeteya li nava Tirkiyê bigre. Lê Tirkiyê amade nîne  tiştek wiha bike. Berovajî wê tevdigere.

Duyem; Bi Beşar Esad û rejîma Sûriyê re têkeve nava têkiliyan û dijberiya Esad neke. Stratejiya dewleta Tirk û Erebîstana Sûdî li ser hilweşandina desthilatiya Esade. Tirkiyê di  rewşa niha de dev ji siyasetê bernade.

Sêyem; Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser herêma Şahba diçarçova Rûsya diyar kiriye bîmene. Rûsya,  ji bo berjewendiyê xwe yê li Heleb’ê naxwaze dewleta Tirk zêdetir li herêmê  pêşbikeve. Di heman demê de, Rûsya dixwaze hêzên dewleta Tirk ji Iraq derkeve ku hebûna dewleta Tirk li herêmê wek dijberiya siyaseta xwe dibine.

Li ser wan daxwazên Rûsan, dewleta Tirk di gotinê li dijî Esad  di gotinê de hinek nermbûna dabe çêkirin jî, li erdê siyaseta xwe ya 6 selan de guhertinek çênekiriye û ne amadeye jî çeke. Berovajî wê bi dagirkirina Cerablus, Ezaz û Çobanbeg di vê siyaseta xwe de gavekî din pêştir bir. Ji aliyekî de ve eşkere ku dewleta Tirk ji Rûsan daxwaz kiriye ku li Sûriyê Kurd bê maf  biminîn. Ji xwe di hemû daxuyaniyê xwe de ev eşkere dibêjin.

Hêvî yan jî hedef Rûsan yên li ser guhertina siyaseta dewleta Tirk  hinek xewnên xavin. Dewleta Tirk xwe wek di mijara derba leşkerî de bi DYE nakok nişanda û xwe avêt himbiza Rûsan. Lê rastî berovajî wê ye. Dewlata Tirk bi vê him di warê aborî de rewşa xwe baş kir, him jî di siyaseta Sûriyê de yanî Rojhilatanavîn de dîsa wek aktorek derket.

Wê çi bibe?

Heta nakokiyên Ûkranya û Rûsan dewam bike, diwarê xeta enerjiyê pêwîstiyan Rûsan bi Tirkiyê heye. Tirk jî him ji bo pêwîstiyê xwe him jî ji bo bazirganiya bi Rûsan re neçare bir Rûsan re dinava têkiliyê debe. Ji aliyekî din ve dewleta Tirk fam kiriye ku ger bi Rûsan re têkiliyên xwe normal neke nikare di siyaseta Rojhilatanavîn de rolek bilîze. Ev jî her dû alî neçarî hev dikin. Lê nakokiyên li Sûriyê, Yemen wê dijberiya herdû aliyên wê kûr bibe û wê bandorî liser hemû têkiliyê wan bike. Xuyaye di mijara siyasî de nêzîkatiyek ji hevdîtina Erdogan û Pûtîn de derneketiye.