Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevjînên şehîdan piştgiya xwe ji bo Berxwedana Serdemê  anîn ziman

QAMIŞLO – Hevjînên şehîdan ên herêma Dêrikê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê şermezar kirin û tekez kirin ew ê heta dawiyê bi Berxwedana Serdemê re bin.

Bi dehan hevjînên şehîdan ên ji bajarê Dêrik, gundên Beravê û Koçeratan li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê anîn ziman.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ciwîniya Yûsif ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEfrîn îro rastî topbaraneke dijwar ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê. Bi navê hemû hevjînên şehîdan ên herêma Dêrikê em bêdengiya cîhanî derbarê kuştinan sivîlan û wêrankirin ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve bi tûndî şermezar dikin.

Di heman demê de em kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê derbarê Efrînê de şermezar dikin.   Careke din em tekez dikin em  ê li gel gelê xwe û şervanên  xwe yên li Efrînê bin.ʺ

Daxuyanî bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(kc)

ANHA