Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevseroka KODAR: Em bi şoreşa gelên Îranê re ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Komelga Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zîlan Tanya serhildana li Îranê wekî “Şoreşa demokratîk a gelên Îranê” bi nav kir û diyar kir ku wekî KODAR projeyeke wan a çareseriya demokratîk heye.

Zîlan Tanya destpêkê gelên Îranê ku rabûne serhildanê silav kir û bal kiaşnd ku ev serhildan encama polîtîkayên hundirîn û hişmendiya rêjîma desthilatdar e. Zîlan Tanya da zanîn ku serhildan li navendên siyasê yên îranê wekî bajarê Meşhed dest pê kirine û ev jî nîşan dide ku polîtîkayên îranê û hişmendiya wê îflas kirine, her wiha bang li rêjîma Îranê kir ku daxwazên gel bi awayekî ciddî bigre dest.

Hevseroka Komelga Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zîlan Tanya di hevpeyvîneke li gel ANHA’yê de sedemên rabûna serhildana Îranê zelal kir.

Hevpeyvîn bi vî rengî ye:

*Di 29’ê kanûna 2017’an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildan dest pê kir û li gelek bajaran belav bû. Gelo sedemên sereke yên serhildanê çi ne?

Di destpêkê de em serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Ev serhildan ji bo azadî û bidestxistina mafên rewa dest pê kiriye. Bêyî guman rewşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewamiya serhildana gelan a herêmê ye. Ev her wiha encameke rasterast a polîtîkayên 38 salan ên rêjîma Îranê ye. Rêjîma Îranê di van salan de xwe li ser bingeha hişmendiya dîktator a faîşîst û navendî ava kiriye û desthilatdarî xistiye bin destê xwe. Rêjîmê ji bo hişmendiyê li ser civakê ferz bike û wê bike wekî çandeke civakî di hemû aliyan de kar kiriye. Serhildana heyî li dijî hişmendiya faşîst e ku rê li pêşiya daxwaz, fikirandin û jiyana vê civakê digire, derketiye.

Em îro jî dibîmnin ku polîtîkayên rêjîma desthilatdar civak gihandine asoyekî girt ku tê de derfet û firkirandin hatiye sekinandin. Ev civak bi vîneke azad jiyan nake. Civakê gelek derfet daye rêjîmê û gelek caran serhildan rabûne û gel hişyarî daye dewletê û polîtîkayên wê. Lê rêjîma desthilatdar gavek jî navêt. Ji bo hilbijartinên serokatiyê û meclîsên şêwirandinê yên bajaran jî tiştek nekir. Dewletê gelek soz dane gel, lê yek ji wan sozan jî bi cih nanî û hertim hêviyên gel vala vala derxist. Hertim daxwazên gel dihatin paşuhkirin. Em dikarin bêjin rêjîma Îranê henekê xwe bi gel kir.

Rêjîma Îranê polîtîkayên înkarkirinê, darvekirin, koçkirin û derxistina fintneyan dikir û tu caran derfet nedaye gelê Îranê ku bi awayekî azad bi rengê xwe û çanda xwe jiyan bike.

Civaka Îranê bi xwezaya xwe civakeke têgihiştî ye û gelek caran bi awayekî zelal daxwazên xwe diyar kiriye. Civaka Îranê berê jî rêjîmê hişyar kiriye ku sebra gel ezmûn neke û wê rojek were ku gel vê rêjîmê ceza bike.

Gelê Îranê amade bû ku peywirên jê têne xwestin bi cih bîne, qurbanî da û xwedî helwest bû. Lê rêjîmê tu gav navêtin, ji ber vê çendê helwestên gel helwestên rewa û mafdar in. Tişta ku tê xwestin ku li vê helwesta gel xwedîderketin çêbibe. Ev serhildan serhildana hilweşandina dîktarorî û faşîstê ye û pêvajoya ber bi demokrasiyê ve ye.

*Gelo serhildana li Îranê dişbihe “Buhara Ereban”? Çi ferq û cudahiya wan heye?

Di saliyên dawiyê de em bûn şahidên guhertinên bingehîn ên Rojhilata Navîn. Li gelek welatan û bi taybet li dewletên Erebî li dijî sîstemên dîktaor û faşîst serhildanên gel çêbûn.

Ev serhildan di asta şoreşan de pêk hatin û gelek guhertin jî dane çêkirin. Serhildanên ku çêbûne helbet wekî zincîrekê bi hev girêdayî ne. Îran ji şoreşan mehrûm bû û nikarîbû xwe biguhere. Ji ber vê çendê niha gel ji bo demokrasiyê erka xwe bi cih tîne. Em dikarin bêjin tişta li Îranê çêdibe berdewamiya pêvajoya demokratîzekirina Rojhilata Navîn û şoreşên wê ye. Pêvajoya li Îranê pêvajoya şoreşa demokratîk a gelên Îranê ye.

*Dema ku li welatekî şoreşek radibe, rêjîma desthilatdar a wî welatî hêzên derve tewanbar dik ku li pey wê ne. Rêjîma Îranê jî wiha kir. Gelo daxuyaniyên Îranê çiqasî rast in?

Rewşa niha girêdayî hişmendî û polîtîkayên rêjîma Îranê ye û di asta yekemîn de girêdayî hêmanên li hundirê welat e. Rêjîma Îranê xwe dispêre mezhebiyetê û dixwest mezhebekî, zimanekî, çandekê, alekê li ser tevahiya gelan ferz bike. Rêjîma Îranê pirengiya civaka Îranê înkar kir û li dijî gelan polîtîkaya qirkirina spî bi kar anî. Her wiha berê xwe da polîtîkayên birçîkirinê da ku civakê li gorî xwe xwedî bike. Desthilatadariya Îranê hewl da ku çanda civakê, pîroziyên wê, nasname û vîna wê jî înkar bike û li dijî kesayetên siyasî, demokratîk û rewşenbîr polîtîkayên qirkirinê dida meşandin û gelek kes bi darve kirin.

Rêjîma Îranê bi van polîtîkayên xwe dixwest gel bitirsîne da ku serê xwe jê re daxîne û wekî artêşekê fermanên wê bi cih bîne. Lê gelê Îranê ji kevn de di aliyê dîrokî û felsefîk de gelekî têgihiştî ye û zanebûneke wî ya baş heye. Ji ber vê yekê gelan azadiya xwe xwest û xwedî li nasname, çand û hebûna xwe ya a bi hezaran salan derket.

Hin hêmanên derve yên vê serhildanê jî hene. Tişta li Rojhilata Navîn dibe şerê sêyemîn ê cîhanê ye ku li dijî sîstemên desthilatdar tê meşandin. Yek ji van sîsteman jî Îran e. Ji ber vê yekê em dibînin ku destwerdanên derve çêdibin. Her kes jî dizane ku li ser Îranê çembereke aborî heye û li dijî wê doz jî hatine vekirin.

Hertim sîstemên desthilatdar ji bo rê li pêşiya şoreşan bigirin, şoreşa gel bi aliyên derve girê didin. Ew bi vê yekê dixwazin rewatiyê bidin kiryarên xwe yên li dijî kesayetên siyasî û çandî. Lê tişta ku rêjîma Îranê dibêje nikare bibe sedem ku xwe ji encama polîtîkayên xwe xelas bike. Li vir gelek rayedarên Îranê dipirsin gelo çi hiştiye ku civaka Îranê bigihêje vê pêvajoyê!

Lê di aliyê hundirîn de rewşa aborî û civakî her wiha zextên siyasî hêmanên sereke yên vê serhildanê ne. Ji ber vê em dibînin ku gel daket qadan û li dijî dîktaroriyê got “Bijî azadî”.

Gelo di xwepêşandanan de pankarta “Dest ji Sûriye û Lubnanê berdin û guh bidin me” rakirin. Gelo peyama gel ji vê durişmeyê çi ye?

Di 9 salên derbasbûyî de li Îranê hem serhildan pêk hatin û hem jî gel projeyên demokratîzekirina Îranê pêşkêş kir. Tevgerên demokratîk mîna PJAK û KODAR projeyên çareserî û demokrasiyê ligorî civak û pirengiya Îranê pêşkêş kirin. Lê rêjîma Îranê helwesteke neyînî nîşanî van projeyan da û tu gav navêt.

Rêjîma Îranê ji sala 2010’an ve ango di guhertinên li Rojhilata Navîn de xwest ku projeya “Hîlala şîyî” li herêmê pêk bîne. Bi vê yekê xwest ku xwe li herêmê bi hêz bike û sedema Împeratoriya Sefewiyan vegerîne. Ji ber vê çendê berê polîtîkayên xwe da dewletên derve û dixwest ji herî kesî re diyar bike ku Îranî li welatên din jî di xendekan de ne û çarenûsa Îraniyan di xetereyê de ye. Ji ber vê ji gel dixwest ku dest ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn berde û ji bo projeyên Îranê yên derve seferber bibe. Desthilatdariyê guh neda arîşe û gengeşeyên gel, lê berovajî vê yekê gelê Îranê bû qurbaniya projeyên rêjîmê yên li derveyî welat.

Helbet mafê gel heye ku rêjîmê ceza bike û ji bo projeyên guhertin û demokrasiyê ku gel pêşkêş kiriye bipirse. Dîsa jî dikare ji bo polîtîkayên li derveyî Îranê li ser navê gelê Îranê têne kirin rêjîmê bixe lêpirsînê.

Em dibînin ku durişmeyên ku bang li rêjîmê dikin ku polîtîkayên xwe yên li derveyî Îranê bisekinîne, bilind dibin. Gelo ji rêjîmê dixwaze ku berê xwe bide pirsgirêkn li hundirê Îranê û çareseriyan deyne. Hewldanên rêjîma Îranê ku dixwaze van serhildanan bi hêzên derve girê bide, tu fayîdê nekin. Rêjîma Îranê derfet winda kir. Peyama ku divê rayedar û berpirsên Îranê fam bikin ew e ku gel wê li hundir rêjîmê li ser polîtîkayên wê yên derve ceza bike. Ev durişmeyên ku hatine avêtin jî durişmeyên bingehîn in û çiqase dereng be jî divê rêjîma Îranê li gorî wê gavan bavêje.

*Hin bajarên Îranê yên mezin wekî Meşhed navedên polîtîkayên Îranê ne. Çima serhildanê li wir dest pê kir?

Ji van navendên mezin ku xwedî cihekî girîng û stratejîk in, polîtîkayên Îranê derdikevin. Rêjîma Îranê xwe dispart van bajaran û digot ku pirsgirêk li bajarên din in. Lê ku serhildanên gel ji van bajaran dest pê kir diyar kir ku polîtîkayên rêjîma Îranê îflas kirine. Ji ber vê yekê berteka gel li bajarên wekî Meşhed, Qim, Tahran û hwd bandoreke mezin li Îranê dikin. Ev peyamekê dide hişmendiya rêjîma Îranê ku hewldanên wê yên çandina hişmendiya xwe li van bajaran îflas kirin. Xwesteka gel a çûyîna Rûhanî û şewitandina wêneyên Xumeynî û Xanimî tê wateya ku gelê Îranê xwestî yek helwest e, ew jî “Guhertin” e.

*Eger serhildana Îranê dewam bike. Divê çi were kirin ku li Îranê demokrasî pêk were?

Pêvajoya ku dest pê kiriye ji hemû aliyan ve pêvajoeyeke pir girîng e. Ev girêdayî hem hundir û hem jî derveyî Îranê ye. JI ber vê jî divê rewş baş were şopandin û divê dewlet jî daxwaz û xwestekên gel bi awayekî ciddî bigre û dest bi guhertina ber bi demokrasiyê ve bike. Divê ji makazagonê dest pê bike û di hemû qadên pratîkî de gavan bavêje. Dewlet divê li gel rayedar û berpirsên Kurd û Îraniyan diyalogan bike û ji bo guhertinê zemîneke siyasî ava bike.

Bêyî guman em li kêleka gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê ne. Wekî hêzeke îdeolojî, siyasî û civakî ji bo gel bigihêje mafên xwe em amade ne ku tişta ji me were xwestin pêk bînin û projeyên çareseriya demokratîk li Îranê pêş bixin. Li gel me proje hene û em dikarin pêşkêş bikin. Yek ji armancên me yên sereke ewe ku Îraneke demokratîk û Kurdistaneke demokratîk û azad were avakirin. Em rewşê ji nêz ve dişopînin û li gorî geşedanan em ê gav bi gav helwestên xwe diyar bikin.

(he)

ANHA