Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevseroka MSD`ê: Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareserkirineke bingehîn heye

MINBIC – Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareserkirineke bingehîn bi rêya destûrekî nû ji bo tevahiya welat ku mafê jinê û hemû pêkhateyan biparêze, heye.

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed ku axaftina destpêkê ya Kongreya Damezrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê, kir, bi xêrhatina hemû jinan kir û got:”Em lidarxistina vê kongreyê ku jinên ji Laziqiyê, Tertûs, Humis, Heleb, Herêma Efrînê, Herêma Firatê, Herêma Cizîrê, Dêre Zorê, Reqa û Tebqayê beşdarî bûne, li we  tevahiyan pîroz dikin”.

Îlham destnîşan kir ku jina niha ya Sûriyê ne wekî ya berê ye ku desthildariya mêr ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û diyar  kir ku tiştên di heft salên borî de li ser jinên Sûriyê hatin, encamê zihniyeta bi hezaran salan ku li ser jinê hatiye, ferizkirin û wiha pê de çû:”Tiştên ku niha li Sûriyê rû didin encama zihniyeta desthildar a mêr û sîstemên berê ne. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi guhartinekî bingehîn heye û armanca me jî avakirina Sûriyeke bi çanda jinê ya demokratîk e”.

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareserkirineke bingehîn bi rêya destûrekî nû ji bo tevahiya welat ku mafê jinê û hemû pêkhateyan biparêze, heye.

Kongreya Damezrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê bi  axaftinan dewam dike.

(kc)

ANHA