Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokatiya meclîs û Şardariya Gel a Çeqmaq hatin diyarkirin

EFRÎN – Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji endamên meclîsa bajaroka Çeqmaqa Mezin a girêdayî herêma Racoyê re civînek lidar xist. Di civînê de, hevserokên meclîsa bajarok û hevserokên Şaredariya Gel  hatin hilbijartin.rohlat aref

Civîn bi rêzgirtin destê kir, paşê rêziknameya hundirîn a kar û xebatên komîn û meclîsên herêmî ji aliyê Cîgirê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şerîf Cemo ve hate xwendin.

Paşê endamên meclîsa bajaroka Çeqmaq sond xwarin.

Endama Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Rohilat Arif li ser çawaniya kar û xebatan li gorî sîstema nû axivî. Her wiha Rohilat banga xurtkirina têkiliyên di navabera komîteyan û şêniyan de kir.EFRIN-RECO-HELBIJARTIN-BELDA-CAQMAQE (4)

Di dawiya civînê de, Mûna Kebik û Abdulfetah Reşîd weke hevserokên bajaroka Çeqmaq, Sîlva Hebeş û Mihemed Mecîd weke cîgirên wan hatin hilbijartin. Her wiha Îbrahîm Henan û Nazliya Selman weke hevsrokên Şaredariya Gel a bajaroka Çeqmaq hatin hilbijartin.

(bx/kc)

ANHA

EFRIN-RECO-HELBIJARTIN-BELDA-CAQMAQE (3) EFRIN-RECO-HELBIJARTIN-BELDA-CAQMAQE (4) EFRIN-RECO-HELBIJARTIN-BELDA-CAQMAQE (1)