Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokê KCD`ê: Em ê piştgirî bidin û bibin şahidên hilbijartinên federaliyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê KCD û di heman demê de Parlamnetêrê HDP‘ê yê AgirîBerdan Ozturk diyar kir ku, ew hatine  Rojava û Bakurê Sûriyê da ku piştgirî bidin û bibin şahîdên roja hilbijartinên rêveberiya herêmî ya Federaliya Bakurê Sûriyê.

Hevserokê Kongreya Civaka  Demokratîk û di heman demê de Parlamnetêrê HDP‘ê yê Agirî  Berdan Ozturk ku ew jî di nava şandeyên ji bo şopandina hilbijartinên Bakurê Sûriyê, ji dezgehên çapemeniyê re axivî.

Berdan axaftina xwe wiha destpê kir:”Gelê Rojava û Bakurê Sûriyê li hemberî hemû hêzên terorîst ên êrîşê xêrûbêrên wan dikirin, şer kirin û li ber xwe dan. Berxwedana wan jî kete dîroka cîhanê û li hemberî terorê serkeftin pêk anîn.”

Berdan da xuyakirin ku li gel berxwedana dîrokî jî gelên Bakurê Sûriyeyê Federaliya Demokratîk ragihandin.

Ozturk wiha domand:”Armanca me ya vê serdanê, şopandina hilbijartinên rêveberiya herêmî ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye ku di qonaxeke hesas û dîrokî de tê lidarxistin.”

Ozturk diyar kir ku hemû gelên Bakurê Sûriyê dê bi îradeya xwe ya bi hêz dengê xwe bide kesê munasib.

Hevserokê KCD`ê wiha  axaftina  xwe dewam kir:”Em dibînin ku Federaliya Bakurê Sûriyê mînakek ji bo hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Ji ber ku ew bi beşdariya hemû pêkhate û olên wê armanc dike ku ruhê komînal û biratiya gelan ava bike.”

Bedran Ozturk destnîşan kir ku ev pêvajoya hesas bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn.

Di dawiya axaftina xwe de Berdan Ozturk got:”Em ji Bakurê Kurdistanê hatin Rojava û Bakurê Sûriyê da bibin piştgir û şahîdên roja dîrokî ya hilbijartinên rêveberiya herêmî ya Federaliya Bakurê Sûriyê. Em  vê rojê li hemû gelê Kurd ên parçeyên Kurdistanê û gelên bindest pîroz dikin.”

(rr)

NAHA