Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokê PJAK: Siyaseta klasîk a Başûr wenda kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî diyar kir ku li hember kesên di siyaseta Başurê Kurdistanê de dizî û bêrêtiyê dikin û bi çarenûsa gel dilîzin re pêwîste careke din destur neye dayîn.

Muînî destnîşan kir ku di encama şikestin jiyankirinê ya Mesûd Barzanî ya li Şengal, Kerkûk û Germiyanê de dest ji seroktiyê kişandiye û wiha axivî: “Barzanî, ji ber ku dizaniya li hember nerazîbûnan nikare singê xwe rast bike ji kursiyê serokatiyê daket.”

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Siyamend Muînî, êrîşa mîlîsên Heşdî Şebî a li ser Kerkûk û Germiyan’ê ji ANHA’yê re nirxand. Muînî bal kişand û got ku Heşdî Şebî versiyona DAIŞ’ê a Şîa ye û xwest ku li hember vê baldarbûyîn hebe. Muînî, pêşketinên li Başurê Kurdistanê jî nirxand û anî ziman ku pêwîste di navbera siyaseta klasîk ku wenda dike û siyaseta demokratîk ku dide qezençkirin de hilbijartin were kirin û li hemberî siyaseta ku ji şkestinê wirdetir tiştekî din nayne were rawestin.

Haşdî Şebî Versyona Daiş’ê Yê Şîe Ye

Siyamend Muînî got ku, Sekna DAIŞ’ê ya li himberi Tekoşîna Gelan bi awayek gelemperî tê çi wateye derxıstiye holê. Bi taybet li hemberÎ Kurdan bi karanîna DAİŞ’ê, ev rêxıstına terorist nişan dide ku li himberi  tevayî Gelên Rojhilata navîne. Liser rewşa ku li Germîyanê û Kerkukê destnîşan kir û got: Ev bûyer tên wateya ku piştî DAİŞ’ê  hemû hêzan xwe amede kirine.

Siyamend Muini girêdayî mijarê de wiha axifî: ”Êriş û şêwazê ku Haşdî Şebî di vê pêvajoya dawiyê pêşxistî de, derdikeve holê ku ev êriş û şêwazê bikartînin Versyonek nû ya DAİŞ’ê ye. Ev kiryarên ku dema wan derbas bûye diyare ku wê li Rojhilata Navîn encam negre. Haşdî Şebî çewan ku DAİŞ siyaseta Selefîtî dimeşand, jibo Şîe jı bi heman siyatetê dimeşîne. DAİŞ jibo sunnî dişta ku dixwest di cÎhanê de bike, heman tişt jî Heşdî Şebî ji bo Şîe dixwaze bıke”

Siyaseta Klasîk Ya Başûr Wenda Kir

Siyamend MuÎnÎ da diyarkirin ku, bi zîhniyeta Haşdî Şebî ev êriş anîn ser Başêrê Kurdistanê û ev êriş tene bi vê yeke nayê pênase kirin. ”Bûyerên kû hatin jiyankirin, hukumeta Başûrê Kurdistanê ku temenê wê 26 sale, aligirên ku ev hukumet bi rêve dibirin, parvekirina xaka Kurdistanê dınava xwede encamên vê siyasete ye. Di encama vê siyaseta hukumeta Başûr de, parçeyek mezin ya xaka Başûrê Kurdistanê radestî Hukumeta navendî a îraqê kir”

Haşdî Şebî Projeya Îran’ê Ye

Siyamend Muni bal kişand ser Avakirina Haşdî Şabî û got ku ev projeyek ya Îran’ê ye û wuha dirêjî da axıftına xwe ”Ev projeya Îran’ê tene bi Kerkuk û Germiyan’ê ve sÎnordar nîne. Di çerçoveya vê pîlanê de Musil, Şengal, Mexmur û eger hêza wan têrê bike Rojava jî dinava vê pilanêdeye. Li ser vê bingehê plana ku Îran’ê pêşxistiye, stratejiya şer ya ku daye diyarkirin di di dema meya pêşda wê jibo herêmê tê wateya xeterî û Metirsiyên mezın. Pêwîste ji niha de ev siyaseta Îran’ê were dîtin û di herêmê de beriya ku rê li ber metirsiyên cidî veke pêşiya wê were girtin.”

Siyaseta Başûr Pişta Xwe Da Dujminê Kurd’a

Muînî di berdewamiya axiftinên xwede got ku, siyaset û sitratejiya Başûr’ê Kurdistan’ê bi zîhniyetek şaş tê meşandin. Muini got ku, yêku wundadike di cewherê vê siyasete ye. ”Di cewherê kari de Hukumeta Başûr’ê Kurdistan’ê bi tu awayî projeyekî wan ya netewî tüneye. Ev pergal, piranî li ser pergaleke aboriya navbeynkar (komprador) hatiye hûnandin. Li Dewletên ku pêre hevkirin hatibu avakirin herêmê û yê ku xaka Başûr dagir dikin heman dewlettin. Îro şikandin mezin a Gelê herêmê daye jiyankirin, encamên zîhniyeta nîjatperest ku ligorî xwe pêşxistibû ye ”

Pêwîste siyaseta ku rastiya gel dide qezençkirin bê tercîh kirin

Muînî, di nava îfadeyên xwe de got ku di mentiqê siyaseta Başurê Kurdistanê de ya ku dide wendakirin de israr kirin heye, ev jî bi xwe re şkestineke pir xerab dide jiyankirin, lewre pêwîste gel êdî vê siyasete tercih neke.

Muînî, di nirxandina xwe a di derbarê mijarê de van tiştan destnîşan kir: “Li aliyekî siyaseta ku dide wenda kirin, li aliye din jî siyaset û felsefeya ku dide qqezençkirin. Li gor min pêwîste Gelê Kurd jî êdî vê siyaseta ku dide qezenç kirin tercih bike. Pêwîste gel êdî baweriya xwe bi vê feraseta siyaseta kevneşop (klasîk) neyne. Ji ber ku di dîroka Kurdistanê’de vê siyasetê hertim daye wenda kirin û bûye sedemê şkestinan.”

Barzanî bê daxwaza xwe ji kursî daket

Muînî destnîşan kir ku piştî êrîşên li ser Başur û şunde dest jê kişandina ji Serokatiyê ya Mesut Barzanî ya ku ev sal e bi awayekî derzagonî serokatiyê dike, ji bo na rê li pêşiya li nerazîbûnan bigre ye û wiha pê de çû: “Di serî dixwazim vê destnîşan bikim. Mesut Barzanî ne ji ber ku pir dixwest dev ji kursî berda ye. Di encama şkestinên hatin jiyankirin de ji ber zextên ji hundir û derve dev ji kursî berdaye. Ev jî nayê wê wateyê ku wê nexwazibe di siyasetê de bi bandor be. Ji ber ku di vê qadê de berjewendiyên wî yên girîng heye. Berjewendiyên wî yên siyasî hene, yên aborî hene. Niha ji bo hemû dizîtî û bêrêtiyê divê doz were vekirin û lêpirsîn were meşandin.”

Bexda dixwaze derbasî rêvebiriya kevin bibe

Muînî hiştar kir û got ku Hikûmeta Irak’ê hewldide li Başurê Kurdistanê û tevahiya Irak’ê vegera pergala berê û pêwîste ji yekê re destur neye dayîn.

Muînî bal kişand û got ku ji bo pêşerojê ev nêzikatî heta dawiyê bi xeter e û wiha anî ziman: “Li aliyê din divê Başurê Kurdistanê destur nede ku hikûmeta Irakê ya navendî derbasî pergala berê bibe û destur nede kul i Başurê Kurdistanê desthilatdariya xwe jinûve ava bike. Ev yek ji bo pêşerojê heta dawiyê bi xeter e. Ya din jî divê bi awayekî bandora Îran’ê ya li ser Başurê Kurdistanê were sînordar kirin. Lê helbet ev yek jî helwestek bi îrade dixwaze.  Tişta ku niha ez li Başurê Kurdistanê dibînim ew e, taybet di qadên aborî û dîplomatîk de kêm dimînin. Îran li gor keyfa xwe li Başurê Kurdistanê têkiliyên aborî û dîplomatîk ava dike.”

Jibo Hemû Kurd’an Yekîtiya Netewî, Jibo Sıyaseta Başûr Ya Navxweyî Jî Yekîtî Pêwîste

Hevserokê PJAK’ê Siyamend bal kişand sser pêvajoya ku niha Rojhilata NavÎn têde derbas dibe û got: Jibo Kurd’an Yekitiya Netewî şerte. Jibo Kurda’an tekane rê Yekitiya Netewiye

Muînî Bang li hêzên Siyasî yen Başûrê Kurdistanê kir û got: “Pêwîste li hemberî yên ku bêrêtî û diziyê dikin hevgirtinekî xurt avabikin û bibin yek. Pêwistiya Kurda an bi siyasetek netewî û mekanizmayek xurt heye. Ev nebe nabe. Ev yek jibo siyaseta Başûr’ê Kurdistan’ê ya hundurîn jî derbasdare. Divê pêşî li bêrêtî were girtin. Pêwîste xwedî li îradeya  xwe ya cewherî derbikevin. Hêzên ku bi salane dinava siyaseta Başûr de cih digrin, dikarin lihev kombibin û hêza xwe bikin yek. Bi vî awayî dikarin bibin xwedî hêzek bi bandor. Pêwîste ku yên bêrêtî dikin, diziye dikin nekaribin êdî bi qedera Gelekî bileyîzin. Hêzên ku bawerî bi Azadî û Demokrasiyê tinin ku jimara xwe kêm jî be pêwiste li hev kombibin. Pêwîste giraniya xwe ya siyasete daynin holê. Yêku pêşengtî jibo bêrêtî, dizî dikin destur neye dayîn ku carek din bi qedera Gelekî bileyîzin.

(rre)

ANHA