Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên komînan dewreya xwe bi dawî kirin

KOBANÊ – Yekemîn dewreya ramyarî ku li navçeya Sirînê dest pê kiribû û 95 hevserokên komînan tê de cih digirtin, bi dawî bû.KOB- DEWEKERNA- PERWEDYI- FEKRI- LI - VAVCEYA- SIRIN (4)

Akademiya Civaka Demokratîk ji bo 95 hevseroknê komînan ên navçeya Sirînê ya li başûrê Kantona Kobanê yekemîn dewreya ramyarî dest pê kiribû.

Ev dewreya ku 15 rojan dirêj kir bi navê “Dewreya Şehîd Masîro” wekî yekemîn dewreya ramyarî li navçeya Sirînê hate organîzekirin.

Di vê dewreyê de waneyên ramyarî wekî “Girîngiya komînê, girîngiya perwerdeyê, Netewa Demokratîk, hevjiyana azad û çand û exlaq” hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, ji navçeyê rêveber û berpirsên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Hevseorka Komîna Gundê Êlwa Zir ê girêdayî Sirînê Zehîda Cumaa got “Min di perwerdeyê de mafê jinê ku jê hatiye standin nas kir. Ez fêr bûm êdî çawa komînê bi rêve bibim.”KOB- DEWEKERNA- PERWEDYI- FEKRI- LI - VAVCEYA- SIRIN (3)

Hevseroka Komîna Şehîd Hemze ya gundê Cadet Mixara Helîma Hiso jî got ku di 15 rojên dewreyê de di jiyana wê de gelek tişt hatine guhertin.

Di dawiyê de li ber dengê stranên gelerî govend hat gerandin.

(he)

ANHA

KOB- DEWEKERNA- PERWEDYI- FEKRI- LI - VAVCEYA- SIRIN (5) KOB- DEWEKERNA- PERWEDYI- FEKRI- LI - VAVCEYA- SIRIN (6) KOB- DEWEKERNA- PERWEDYI- FEKRI- LI - VAVCEYA- SIRIN (1)