Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên Komînan soza pêkanîna hevpeymana civakî dan

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokên komînên rojavayê Qamişlo, Amûdê, Til Birak, Çilaxa, herêma Dêrîk, navçeyên Girê Legê, Til Koçer li pêşiya Meclîsa Damezrîner û Desteya Rêveber ên Federaliya Bakurê Sûriyê sûnd xwarin.

QAMIŞLO

Desteya Rêveber a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê îro sibehê civîneke berfireh ji hevserokên komînên rojavayê Qamişlo, navçeya Amûdê û bajarokê Til Birak ku hejmara komînan (359), ji bo ku hevserokên komînan sûnd bixwin li hola Zana ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê lidar xist.

Di civînê de Hevserokên Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Foza Yûsif, Endama Desteya Rêveber Ilîzebêt Gewriyê, Çibêr Cindo û hevserokên komînan amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê hevserokên Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê bi zimanê kurdî ji aliyê Foza Yûsif û bi zimanê Erebî Ilîzebêt Gewriyê perspektîf hatin xwendin.

Perspektîf li ser girîngiya komînan di pêkanîna Fedraliya Bakûrê Sûriyê ye û li ser girîngiya hevkariyê di rêvebirina komînan û rêxistinkirina wê hate gotin.

Foza Yûsif da zanîn ku piştî dawîbûna hilbijartinên meclîs û şaredariyan wê makanîzmeya rêxistkirin û hevkariya di navbera komîteyên xizmetguzeriyê di komîn, meclîs û şaredariyan de, herwiha lidarxistina civînan ji bo rêxistinkirina rewşa xizmetguzeriyê li herêmê û hêsankirina hevkariya di navbera komîteyan de rave kir.

Li ser pirsên hevserokên komînan a li ser çareserkirina pirsgirêkên ku rastî komînan tê û alîkariya aborî ji wan re û çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzeriyê û hevkariya di navbera komînan de, Foza Yûsif da zanîn ku ew di nava nîqaşan de ne ku pirsgirêkên ku rastî komînan tên, çareser bikin.

Di dawiya civînê de, hevserokên komînan sûnd xwarin ku prensîbên hevpeymana civakî biparêzin.

GIRKÊ LEGÊ

GIRKE_SEROKEN_KONINAN_SONDXWARIN ‫(1)‬ ‫‬ GIRKE_SEROKEN_KONINAN_SONDXWARIN ‫(1)‬

Îro hevserokên komînên herêma Dêrîkê, navçeya Girê Legê, Çilaxa û Til Koçer li navenda Aram a Çand û Hûnerê a bajarokê Rimêlan civiyan ku sûnd bixwin û dest bi karê xwe bikin.

Di merasîman de 760 hevserokên komînan û Hevserokê Desteya Rêveberiya Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Senherîb Bersûm, Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Fedarliya Hediye Yûsif û endamên Desteya Rêveber Lûqman Ehmê û Hiwîda EL-Nedas, amade bûn.

Merasîma sûnd xwarinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Fedraliya Demokratîk Hediye Yûsif hemû hevserokên komînan pîroz kirin.

Yûsif li ser girîngiya rêxistinkirina civakê ji dendika biçûk ku ew jî komîne heta meclîsên jor vegotin, herwiha girîngiya xurtkirina îradeya civakê ye.

Paşê Hevserokê Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Senherîb Bersûm li ser serkeftina hilbijartinên komînan destnîşan kir û hêvî kir ku ev serkeftin di hilbijartinên bê de pêk werin

Paşê Endamê Desteya Rêveber Hiwîda EL-Nedas nameya Hevserokatiya Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ji hevserokên komînan re xwend.

Di dawiyê de hevserokên komînan sûnd xwarin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakurê Sûriyê bi dawî bû.

(jo)

ANHA