Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên komînên Dêrazorê têne perwerdekirin

DÊRAZOR – Meclîsa Sivîl a Dêrazorê dewreyek perwerdeyê ji hevseokên komînên herêma Ebû Xeşeb re ya girêdayî Dêrazorê vekir.DERALZOR-VIKRNA-DIWRA (1)

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê li herêma Ebû Xeşeb a girêdayî bajarê Dêrzorê bi armanca perwerdekirina  hevserokên komînan da ku bi awayekî baş xizmeta civakê bikin dewreyeke perwerdeyê, vekir. Dewreya perwerdeyê ku ya yekemîne li herêma Dêrazorê hate vekirin, wê mehekê dewam bike.

Dewre bi tevlîbûna 50 hevserokên komînan û endamên Komîteya Xizmetguzariyê yên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate vekirin.

Di dewreyê de wê waneyên fikirî, xweparastin, çand û exlaq, Federalî, girîngiya perwerdê, Rêvberiya Xweser û meclîsê werin dayîn.

(bx/kc)

ANHA