Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên komînên Efrîn sûnd xwarin

Dîmen

EFRÎN- Hevserokên Komînan ên herêma Efrîn û navçeyên wê sûnd xwarin û dest bi erka xwe kirin.EFRIN-HEVSEROKEN-KOMINAN-SUND-XARIN-JI-BO-DEST-BI-KAR-BIKEN1 ‫(149553665)‬ ‫‬

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li herêma Efrînê bi hemû hevserokên komînan ên di hilbijartinên 22’ê îlonê de biserketin re civiya. Civîn li Salona Ava ya bajarê Efrînê pêk hat. Endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Rohat Arif,Hêvîn Husên, Nadir Xelîl, Nûnerên TEV-DEM, Kongreya Star û hevserokên komînan ên herêma Efrînê beşdar bûn.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir paşê perspektîfên derbarê karê komînan de bi zimanên kurdî û erebî  hate xwendin.

Paşê Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyê Rohat Arif axivî û got pêwîste hevserokên komînan ji demên derbasbûyî dersan werbigirin û erka xwe baş pêk bînin û wiha got: “dive hevserokên komînan erka xwe dûrî berjewendiyên malbatî û partite pêk bînin. Komîn a hemû gele, ne ya hin kesan e, divê karê wan bi edalet û wekhevî pêk were. Divê em hemû bi awayekî kolektîf kar û xebatên xwe bidin meşandin. Divê biryar bi hevbeşî werin girtin.”

Paşê HEvserokên komînan sûnd xwarin ku dê erka xwe li gorî hevpeymana civakî pêk bînin.

Civîn bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Bakurê Sûriyê bi dawî bû.

(dc)

ANHA