Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên komîteyên Meclîsa Rêveber a Minbicê sond xwarin

Dîmen

MINBIC – Hevserokên 13 komîteyên Meclîsa Rêveber-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk piştî ku ji aliyê endamên Meclîsa Zagonsaz ve hatin erêkirin, sond xwarin.MINBIC-CIVINA-REVEBERIYA-SIVIL2

Meclîsa Zagonsaz- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bi armanca erêkirina li ser avakirina Meclîsa Rêveber ku ji meclîs, hevserok û endamên 13 komîteyan pêk tên, civîna xwe li avahiya meclîsê lidar xist.

Piştî rizgirtinê, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî û Nehîza Xelo bi rêx hatina beşdaran kirin. Paşê navên hevserokên komîteyan hatin xwendin û aliyê  endamên Meclîsa Zagonsaz ve hatin erêkirin.

Komîteyên ku hatine avakirin wiha ne″ Komîteya Karê Derve, Tenduristî, Parastin, Jin, Çand, Şaredarî, Karê û Barên Civakî, Darayî, Aborî, Ciwan, Perwerde, Karê û Barên Şehîdan. Hevserokên komîteyan  soza bi cih anîn kar û misogeriya mafên pêkhateyan dan.

Her wiha Hevserokên komîteyan jî bi zimanê kurd, erebî, tirkî  û çerkesî sond xwarin ku ew ji bo pêşeroja bajarê Minbic û gundewarên wê kar bikin û soz dan ku ew ê li ser bingehê netewa demokratîk xebatên xwe fireh bikin.

Di dawiyê de encamnameya civînê hate xwendin.

(bb)

ANHA