Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên Meclîsa Rêveber a Minbicê kî ne ?

ŞÎLAN MIHEMED

MINBIC – Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundên wê di civîna xwe ya asayî de navê meclîsê veguhertandin Meclîsa Zagonsaz-Rêvebriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê û Zeyneb Qenber û Ibrahîm El-Qeftan wek hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.

Meclîsa Sivîl a Minbicê û Gundewarên wê di 20‘ê sibata îsal de civîna xwe bi beşdarbûna hemû pêkhateyan lidar xist. Di civînê de û li gorî pêşniyara hemû pêkhateyên û endamên meclîsê navê meclîsa xwe veguherandin Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Bajarê Minbic û Gundewarên wê û hevserokên meclîsê hilbijartin, her wiha komîteyên meclîsê ava kirin.

 Zeyneb Qenber kî ye ?ZEYNEB QENBER

Zeyneb Qenber ji pêkhateyê kurd ê bajarê Minbicê yê. Di sala 1966‘an li taxa “Eltecnîd” ji dayîk bûye û di malbateke welatparêz de ku ji xuşkek û du bira, dê û bav pêk tê mezin dibe, bavê wê Cemîl Qenber û diya wê Helîme Ekaş e.

Koka malbata Zeyneb ji Efrînê ye. Bavê wê ku kermedê rêjîmê bû di sala 1965‘ê an de ji bo kar berê xwe da Minbicê .

Piştî ku malbata Zeyneb li Minbicê bi cih dibe, bavê wê di darayiya bajêr de kar kiriye. Zeyneb jî wê demê de ango di sala 1973‘an de derbasî dibistana keçan a seretayî dibe, xwendina xwe ya navîn jî li dibistanên bajêr diqedîne. Her wiha ya amadehî  di sala 1984‘an de li dibistanên bajarê Tebqa yê girdayê Reqqayê temam dike, di sala 1986‘ê xwe di zanîngeha Erebî ya Lubnanê qeyd dike, lê ji ber zextên rêjîmê û girtina birayekî wê dev ji xwendina xwe berda.

Di dema desthilatdariya rêjîma Baas, Zeyneb jî wekî gelek welatiyên kurd ên ku ji aliyên rêjîma Baas ve nedihat qebûl kirin, roxmî ku xwedî tecrûbe bû jî lê her tim ji kar dihat dûrxistin. Mînaka vê yekê gotina; yek ji berpirsiyarên dewletê jê re gotin “Wê kar ji bo te tenê xewn be”

Zeyneb a ku di karmendiya saziyên dewletê de hatibû qedexekirin, bixebitê, aliyê aborî de li çareseriyê geriya û pêşengehên hunera jinan vekir û pêdiviyên xwe pêkanî. Zeyneb ji zarokatiya xwe ve dihizirî ku di navbera jin û mêran de bêdadî heye û her digot jin kesayeteke serbixwe ye û ne “parsûyekî şkestî ye” , lewma ev bawerî hişt ku Zeyneb zewacê nepejirîne .

Zeyneb ji xwendinê hez dike, gelek roman û pirtûkên felsefî û dîrokî xwendine, û di baweriya wê de dawiya kar û xebatê tune ye, lewma berê xwe daye zanîngehê û di beşa perwerdehiya zarokan li zanîngeha “Tişrîn” a Laziqiyê xwendiye .

Bi destpêkirina şoreşa Sûriye re Zeyneb Qenber di karê xwe de dixwest azadiya jinê misoger bike. Piştî rizgarkirina Minbicê ji rejîma Baas, Zeyneb wekî berdevka jin di Mala Gel de hate erkdarkirin

Dema çeteyên DAIŞ bajarê Minbicê dagir kirin, di sala 2014‘an de Zeyneb 8 mehan di mal de ma paşê berê xwe dide Efrîn.

Li Efrînê jî têkiliyên xwe bi şêniyên Minbicê re yên hundir û derve qut nekirine, di rêveberiya Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba de xebitî, her wiha di têkiliyên doplomasî de bi derve re çalak bû.

Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 12‘tebaxa 2016‘ an de bajar ji çeteyan rizgar kirin. Zeyneb vedigere Minbic û di meclîsa Sivîl a Minbin û gundê wê cih digir û gelek xebat da meşandin.

Herî dawî bi îlankirina Meclîsa Zagonsaz-Rêvebriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê re ku di 20‘ sibata îsal de pêkhate Zeyeb wekî Hevseroka Meclîsê hate hilbijartin.

Ibrahîm El-Qeftan kî ye ?IBRAHIM ELQEFTAN

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêvebriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê Ibrahîm El- Qeftan ji pêkhateya ereb ê bajarê Minbicê ye, di sala 1967‘an de li taxa “Tekiyet xerbae ji dayîk bûye.

El-Qeftan xwendina xwe ya seretayî li dibistana (Nemuzec) a bajarê Mincibê diqedîne, paşê derbasî ya navîn dibe û di sala 1984‘an di dibistana Hesen El-Damin de bi dawî dike û ya amadehî jî di sala 1987‘an de temam dike. Piştre zaningeha endizyariya avakirinê ya Lubnanê dixwîne û di sala 1995‘an de bi dawî dike.

Piştî ku xwendina xwe li Lubnanê diqedîne, vedigere Sûriyeyê û tevlî Sendîqeya Endizyaran dibe û buroyeke xwe li wir vedike.

Di sala 2008‘an de derbasî beşê olî ya zanîngeha ” El Îmam el Ozaî” dibe û bawernameya olî werdigre.

Bi destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyeyê ku bi xwepêşandana dest pê kir. Ibrahîm El-Qeftan bi ciwanên Sûriyeyê re di nava têkiliyan de bû da ku wan bi rêxistin bike. Di 22‘Nîsana 2011‘an de, di xwepêşandane li dijî rêjîmê de ku bi dirûşmeya “Cûma El-Ezîme” hatibû organîzekirin, ji aliyê rêjîmê ve hate girtin, çend rojan di girtîgehên wan de ma.

Piştî rizgarkirina Minbic ji rêjîma Sûriyeyê, El-Qeftan wekî serokê Meclîsa Şoreşgerî ya Minbicê hate pejirandin, ji ber tevlîheviya ku di meclîsê de derket piştî 15‘rojan kar berdide û xebatên buroya xizmetguzariyê di meclîsê de da meşandin.

Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê ya bajarê Minbicê, El-Qeftan rastî zilam wan tê. Çeteyên DAIŞ‘ê wî digrin û lêdidin. Çeteyên DAIŞ`ê wî digrin û meh û nîvekê li gel wan girtî dimîne.

Piştî ku hate berdan, di mijara 2014‘an de ji Sûriye derdikeve û dibe yek ji endamên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê û di komîteya têkiliyan de kar dike. Di 15‘ê tebaxa 2016‘an de dema Minbic ji çeteyan tê rizgarkirin dibe Serokê Buroya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê şaxê Minbicê.

Di 20‘ê sibatê de ji aliyê hemû pêkhateyên bajêr ve wekî Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêvebriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê tê hilbijartin.

(bb)

ANHA