Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên Meclîsên Rêveber û Zagonsaz ên Reqa hatin hilbijartin

REQA – Civîna Giştî ya Duyemîn a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hilbijartina hevserokên meclîsên Zagonsaz û Rêveber bi dawî bû.REQA-JIVENA-DWIAMIN (6)

Civîn bi armanca avakirina meclîsên Zagonsaz û Rêveber li xwarîngeha El-Tac a li navenda bajarê Reqayê hate lidarxistin. Endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê, nûnerên MSD, QSD, Meclîsa Jinên Sûriyê, şandeyên ji Minbic, Tebqa, Kobanê, Cizîrê, Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û şandeyek ji Wezareta Derve ya Emerîkiya beşdarî civînê bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Piştî hilbijartina dîwanê, axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa ve hate vekirin. Leyla Mustefa bi xêrhatina beşdaran kir û aramca civînê daxuyakirin.

Endamê Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Hesen Elî jî axivî û got ku ew ê bajarê Reqayê ji nû ve ava bikin û têkiliyan bi derdorê re fireh bikin. Hesen Elî got “Civînên ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê bê encam bûn. Em tekez dikin ku çareserî li vir e li ser xaka Sûriyeyê. Em ji bo ji nû ve avakirina herêmê dixebitin. Serkefrin û aramiya vê herêmê encamên berxwedaniya şervanên QSD‘ê ye.”REQA-JIVENA-DWIAMIN (1)

Endamê Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Hesen Elî got “MSD‘ê destekê dide Meclîsa Sivîl a Reqayê. Merheleya avakirinê girîng û ne hesan e, ew jî bi qasî operasyona leşkerî giran e.”

Piştî axaftinan, ji bo hevserokatiya meclîsên zagonsaz û rêveber û cîgirên wan, deriyê hilbijartinê li pêiya şêniyan vebû. Li gorî piraniya dengan Xelid Berkel û Nadiya El-Hemade ji bo hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz hatin hilbijartin û Ezîz Emîn, Xeznne Ibrahîm El-Birêx jî bûne cîgirên hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz.

Leyla Mustefa û Ebid Hamid El-Mihbaş bûne hevserokên Meclîsa Rêveber.

Hevserokên herdu meclîsan û cîgiran sond xwarin ku ew ê karê xwe bi rêkûpêk bi cih bînin.

Tê payîn ku dê di dawiya hefteya li pêş civîna avakirina desteyên herdu meclîsan were lidarxistin.

(bb)

ANHA