Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hevserokên navçeya El-Qenaya hatin hilbijartin

KOBANÊ – Hevserokên Şaredariya Gel a navçeya Qenaya bi civînekê hatin hilbijartin.

Civîn li beşarbûna hemû endamên meclîsê yên navçeya Qenaya ya kantona Kobanê, Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêî û Hevserokên Meclîsa Navçeya Qenaya Sûad Şêx Dumer û Mihemed Osman hate lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Mewa Dirêî di civînê de axivî û anî ziman ku pêwîste hemû endamên meclîsê ji bo xizmeta civakê bi berpirsyarî kar bikin.

Ji bo diyarkirina Hevserokên Şaredariya Gel a navçeyê û cîgirên wan hilbijartin hatin kirin. Di encamê de, Xatima Daûd û Elî Miho bûn hevserok û Rodîn Ehmed û Ehmed Eledîn jî wekî cîgir hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA

KOB-HELBIJARTNA- HEVSEROK- SEREDARI (4) KOB-HELBIJARTNA- HEVSEROK- SEREDARI (3) KOB-HELBIJARTNA- HEVSEROK- SEREDARI (2) KOB-HELBIJARTNA- HEVSEROK- SEREDARI (1)