Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Hewcedariya me bi felsefeyeke yekîtiya gelan pêk bîne heye’

HOGIR NECAR

NEVENDA NÛÇEYAN – Lêkolînerê Misrî Muhsin Ewedallah destnîşan kir ku felsefeya Ocalan, ne tenê ji bo aloziyên Rojhilata Navîn, lê belê ji bo giştî cîhanê çareseriyek e û wiha got: “Hewcedariya me bi felsefeyeke yekîtiya gelan pêk bîne û cûdabûnên wan di ber çavan re derbas bike, gelek heye.” Ewedallah diyar kir ku Tirkiyê hewl dide Ocalan veguherîne kopiyeke ji desthilatdarên Hewlêrê ku li gorî fermana wî tevdigerin.

Lêkolînerê Misrî Muhsên Ewedallah, di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA’yê re diyar kir ku Tirkiyê wek girtiyekî li Ocalan nanêre ku mafên wî hene, lê belê wî wek dijberekî dibîne û wiha got:”Tirkiyê dijberiya netew Kurd bi giştî nake, lê belê dijberiya fikra şoreşê, maf û demokrasiyê ku Ocalan xwedî lê derketiye dike, nîşana vê yekê jî têkilyên wê yên baş ên berî refrandoma serxwebûna Kurdistanê ye. Tirkiye dijberiya fikirê Ocalan dike dijberiya kesayeta wî nake, Tirkiye ji ber alîgirên Ocalan dixwaze wî bixe bin zorê û tecrîdeke giran li ser wî ferz bike, her ku Tirkiye nikare li hemberî serkeftin û pêşveçûna wan bisekine, wek çawa li Federaliya Bakurê Sûriyê pêş dikevin, her diçe dijberiya xwe zêde dike.”

Ewledallah bal kişand ku Tirkiye dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherîne weke desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ku di bin fermana wî de tevdigerin. Her wiha hewl dide heman tiştî li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Federaliya Bakurê Sûriyê çêke û wiha domand: “Dixwaze bi temamî wek herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve bixe bin serweriya lêvegera Tirkiyê. Sedema dijberiya Enqerayê jî ji Rojavayê Kurdistanê re têkçûna wê di pêkanîna van hewldanan de bû. “

Lêkolînerê Misrî Ewedallah, derbarê bêdengiya navnetewî li hemberî kiryarên Tirkiyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de matmayî ma û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi rastî, ez li hemberî helwesta navnetewî ya li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê li dijî Ocalan, ecêb û matmayî mame. Çawa Yekîtiya Ewropa û Emerîka li ser redkirina serdana ji bo rêberekî siyasî wek Ocalan hatiye girtin, bê deng in. Rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan li hemberî vê yekê li ku derê ne.?”

Muhsin Ewedallah her wiha da xuyakirin ku Ocalan ji têgeha “girtiyekî terorîst” derbas bûye, weke ku Tirkiyeyê bi nav dike û bi riya pêvajoya sala 2013’an ku bêtirî du salan dom kir, veguherî “serokekî siyasî ya çêkerê aştiyê.”

Lêkolîner her wiha tekez kir, serkeftinên hêzên bawermendiya fikr û felsefeya Ocalan dikin, wek Federaliya Bakurê Sûriyê ku mafê tevahî pêkhateyan diparîze, piştgiriya azadiya wî dikin ku ev 18 sal in temenê xwe di paş dîwarên zulmê de buhertiye.

Lêkolîner Ewedallah, bang li civaka nevnetewî kir ku wek doza azadiya derbirîna nerînê li gel doza Ocalan tevbigere. Divê tevahî şêwazên dadweriya yasa û mafê ku di hevpeymana cîhanî ya mafê mirovan de hatiye erêkirin, bê parastin. Her wiha divê dewlet û rêxistinên navnetewî fişarê bidin ser Enqereyê da ku Ocalan serbest berdin, taybet jî girtina wî fayîdeyê li rejîma Tirkiyê nake , her wiha ewlekariyê jî ji welatiyan re pêşkêş nake û wiha domand: “Azadiya Ocalan doza Kurdî li Tirkiyê ji hev derdixîne û girêkokên wê vedike û li gorî rêjeya wan di Tirkiyeyê de ku yek ji 1/4’an mafên wan diparêze û çanda wan jî tê rêzgirtin.”

Ewedalah her wiha bang li çalakvanên Kurd kir ku doza Ocalan zêdetir derbixin holê, deng û êşa wî bigihînin giştî cîhanê û wiha got: “Divê li her paytextên cîhanê xwepêşandanan organize bikin û peyaman ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa re bişînin da ku vê dozê li gel Tirkiyê çareser bikin. Divê Doza Ocalan di tevahî saziyên ragihandinên cîhanê de bi çi rengî be, cih bigre. Çawa Ocalan her tim dengê we bû, hûn jî bibin dengê wî.”

Di dawiya axaftina xwe de, lêkolînerê Misrî Muhsin Ewedallah destnîşan kir ku di pirtûkên Ocalan de ne tenê çareserî ji aloziyên Rojhilata Navîn re dîtiye, lê belê çareserî ji tevahî aloziyên cîhanî re dîtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewcedariya me bi felsefeyeke yekîtiya gelan pêk bîne û cûdabûnên wan di ber çavan re derbas bike, gelek heye. felsefeyek bêyî ku cûdabûnên olî, netewî û nijadî di berçavan re were derbaskirin, asta zanebûna mirovan bilind bike. Dixwazim tiştekî eşkere bînim zîman ku felsefeya Ocalan a Netewa Demokratîk, dişibihe fikra Dewleta hemwelatîbûnê ku ciwanên Misirê di sala 2011’an de ji bo pêkanîna wê rabûn ser piyan.”

(rr/jh)

ANHA