Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hewlêr û Bexda ‘bi dizî’ hevdîtinan dikin

NAVENDA NÛÇEYAN -Hate ragihandin ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de bi awayekî veşartî danûstandin pêk tên.

Li gorî medyaya ser bi PDK’ê ve, parlamenterekî ji koma Dewlet El-Qanûn a Iraqê gotiye ku di navbera Bexda û Hewlêr de bi awayekî veşartî hevdîtin pêk tên.

Parlamenterê Iraqê Kamîl Zeydî di daxuyaniyeke ji çapemeniyê re ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî veşartî danûstandin pêk tên.

Parlamenterekî PDK’ê ku di parlamentoya Iraqê de cih digre, ev agahiyên ji aliyê medyayê ve têne weşandin, piştrast kir.

Vî parlamenterê Kurd diyar kir ku ji bo destwerdanên ji derve neyên kirin, ev danûstandin bi awayekî veşartî têne kirin û got ku hikûmeta Iraqê roj bi roj şert û mercên xwe zêde dike.

(he)