Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heyfa Erebo serkeftina Erdogan di referandûmê de wek metirsiyekê bi nav kir

TIL TEMIR – Hevserokatiya Kantona Cizîrê Heyfa Erebo diyar kir ku eger Erdogan di referandûmê de serkeftinê bi dest bixe dê metisiyê li ser giştî herêmê çêbike.TILTEMIR-CIVINA-HEYFA-EREBO-JIBONA-REWSA-POLITIKI4

Hevserokatiya Kantona Cizîrê Heyfa Erebo di çarçoveya civanekê de ku li bajarê Til Temir ji şêniyan re derbarê nirxandina geşedanên li ser asta herêmî û navnetewî, axivî û wiha got:”Em li Rojava xwe dispêrin hêz û îradeya me ya xweser. Vê yekê hîşt ku Hevpeymana Nevnetewî di şerê li dijî DAIŞ`ê de, bi me re bibe  alîkar”.

Heyfa Erebo diyar kir ku şerê li Sûriyê ku rû dide di encamê de alozî  mezin bû û wiha got:” Berjewendiya Amerîka, Rûsya, Ewrupa û heta Îranê de jî di Sûriyê de heye. Ev  yek jî bû sedema kûrbûna şerê di navbera van hêzan de. Komkujiyên ku derheqê sivîlan de pêk hat di encama şerê kûr a van hêza ne”.

Derbarê dewleta Tirk û destwerdana wê di Sûriyê de Hevserokatiya Kantona Cizîrê tişt anîn ziman:”Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewil da ku projeya demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriyê vala derxîne. Destek da komên terorîst û di serî de DAIŞ`ê, hin  herêmên Bakurê Sûriyê dagir kir û li Rojava jî binpêkirinên derheqê xak û gelê wê de didomîne. Lê hemû hewildanên xwe vala hatin derxistin.”TILTEMIR-CIVINA-HEYFA-EREBO-JIBONA-REWSA-POLITIKI3

Derbarê referandûma ku 16`ê nîsanê wê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê werê kirin, Heyfa Erebo ev nirxandin kir:”Ger Erdogan di referendûmê de biser bikeve wê herêm bikeve nava metirsiyê”.

di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo li ser rewşa parastinê li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê axivî û ev tişt anî ziman:”Di vê demê de xurtkirina xweparastinê erkên sereke yên li herêmê ye. Ji ber vê yekê jî divê em parastina xwe xurt bikin da em nebin hedefa êrîşên bên ser herêmên me. Her wiha da ku em karibin bersiva her êrîşeke muhtemel li ser herêmên me were kirin, bidin, divê em li kêleka Focên Leşkerî yên YPG`ê bisekinin û ciwan pêwîst e  tevlî refên wê bibin.”

(rr)

ANHA