Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heyfa Erebo: Tiştê li Humsê rûdaye şerê berjewendiyan e

HESEKÊ – Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo diyar kir ku tiştî li Humsê rûdaye, ne tiştekî ji xwe ber ve pêk hatiye,  lê belê nîşana şerê  navnetewî yê li ser qada Sûriyê ye û wiha dom kir: ʺTesfiyekirina hesabên di navbera hêzên mezin û berjewendiyên navnetewî ya li ser xaka Sûriyê ye. Tenê gelê Sûriyê heqê wan hesabên wan dide.ʺHSK-CIVINA-HEVA-EREBO-LI-HESEKE (1)

Heseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo di civîna ku ji aliyê TEV-DEMʹê ve hate lidarxistin ji endam û rêveberiyên Saziyên Civaka Sivîl ên bajarê Hesekê re, axivî û nirxandin kir.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo li ser geşedan û pêşketinên dawî yên li herêmê axivî û wiha got: ʺAloziya Sûriyê ku her diçe kûrtir dibe û ev zêdeyî 6 salan dewam dike. Alozî ji ber destwerdana derve û şerê wan li ser xaka Sûriyê ye, di çarçoveya şerê nevnetewî ya li Sûriyê diyar dibe ku pêşeroja Rojhilata Navîn û guhertinên li rojhilatê de dê li Sûriyê were xuyakirin. Ji ber vê yekê ev hejmara mezin a deswerdanên nevnetewî di kar û barên Sûriyê de tê kirin.ʺHSK-CIVINA-HEVA-EREBO-LI-HESEKE (2)

Hêva Erebo destnîşan kir ku şerê cîhanê yê sêyem li ser xaka Sûriyê rû dide, tu berjewendiya gelê Sûriyê tê de nînin, berovajî w ê gelê Sûriyê heqê berjewendiyên wan hêzan dide û wiha domand: ʺGelê Sûriyê di encama vî şerî de rastî komkujî, kuştina bi kom, derbider û koçberiyê hatiye. Tevahî jî, çi Amerîka yan Rûsiya yan Îran û Tirkiyê ji bo beşekê ji xakê Sûriyê bidest bixin, tev dgerin. Di vê tevgera wan de jî hesab ji daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê re nayê kirin.ʺ

Hevseroka Kantona Cizîrê her wiha di axaftina xwe de bal kişand ser topbarana Amerîka li ser balafirgeha Şiêrat û wiha got: ʺEv topbaran wek şerê berjewendiyê di navbera Amerîka û Rûsiya de ye. Piştî ku ev şerê di navbera wan de ya çapemeniyê bû, veguherî şerê berjewendiyan. Topbarana Şiêrat jî vê yekê nîşan dide.ʺ

Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo di axaftina xwe de daxyakirin ku divê gelê Sûriyê rastiya van pêşketinên guhertinan nas bike û li pey siyasetên dijberiya gel neçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm li Rojava hêz û îradeya xwe ji gelê xwe digrin, ji ber vê yekê jî me serkeftin bi dest xist û serkeftin û pêşkeftinê li Rojava û Bakurê Sûriyê pêk tînn in. Em çarenûsa xwe di destê kesî de bernadin. Desteka Hevpeymana Navnetewî  ji me re piştî zanîn ku em hêza siyasî û leşkerî ya xurt li ser erdê ne û em dikarin terorê derbikin û herêmê ji terorê rizgar bikin , hat dayîn.ʺ

(rr/dc)

ANHA

HSK-CIVINA-HEVA-EREBO-LI-HESEKE (3) HSK-CIVINA-HEVA-EREBO-LI-HESEKE (5)