Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya aşlekirina zarokan kir

GIRÊ SPÎ – Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ya UNICEF, li kantona Girê Spî dest bi hemleya alşlekirinê ya li dijî nexweşiyên zarokan kir.

Hemleya aşlekirinê duh dest pê kir û tê payîn 5 rojan dewam bike.ILAEF

Ji bo hemleyê 50 komîte ku 100 endam cihê xwe di nava komîteyan de digirin, hatiye avakirin.

Zarokên yek salî ta zarokên 5 salî têne aşlekirin.

Ji çavdêrên komîteyên hemleyê, Îlaf Elî El- Şewax bang li dayîkan kir ku zarokên xwe aşle bikin da ku ji nexweşiyên metirsîdar bêne parastin.

Îlaf her wiha da zanîn ku wê hemû zarokên kantonê bêne aşlekirin.

 (rr)
ANHA