Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heyva Sor a Kurd destek dide nexweşxaneya Tebqayê

TEBQA – Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe dixebite da rewşa tenduristiyê ya bajar û gundewarên Tebqayê  pêş bixe û pêwîstiyên nexweşxaneya bajêr bi cih tîne.TEBQA-HEVA-SOR-ELIKARIYE-DIDI-NEXWESXANYA-TEBQA (6)

Heyva Sor a Kurd bi destekdayîna rêxistineke naveneteweyî hin pêdiviyên nexweşxaneya Tebqayê ya Wetenî wekî derman û alavên tenduristiyê peyda kirin.

Di nav alavan de kursiyên astengdaran ji bo welatiyên ku di encama teqîna mayînan de lingên xwe winda kirine jî, hatin peydakirin.

Dermanfiroşê bi navê Ebdullah Hisên diyar kir ku tevî ku alîkarî hat pêşkêşkirin,k lê pêwîstiya nexweşxaneya Wetenî ya bajêr bi gelek alavan heye.

Hisên ji civaka navneteweyî û herêmî xwest ku alîkariya pêwîst pêşkêşî nexweşxaneyê bikin.

(mm)

ANHA