Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heyva Sor a Kurd piştevaniya rewşa tenduristyê yê Tebqayê dike

Dîmen

TEBQA – Heyva Sor a Kurd  amadekariyên vekirina 2 navendên dermankirinê li bajarê Tebqayê dike. Di demeke ku sozên rêxistinên navneteweyî tenê wekî hibir li ser kaxizan ma ye.TEPQA-KARE-HEYVA-SOR-A-KURD1 ‫(184287745)‬ ‫‬

Rêxistina Heyva  Sor a Kurd a Kantona Kobanê, duh li bajarê Tebqayê şaxekî xwe vekir, bi vê awayî jî hewl dide ku piştevaniya rewşa tenduristiyê ya bajarê Tebqayê bike. Taybet piştî ku çeteyên DAIŞ`ê gelek alav dizîn û beşek ji nexweşxaneya bajêr ruxandin.

Ev rewşa kampax bû sedem ku ji destpêka Tebaxê ve 4 kes bimirin. Ji lewra Heyva Sor a Kurd a Kantona Kobanê di nava nexweşxaneya Tebqayê de amadekariyên vekirina navendeke dermankirinê ya nexweşiyên zarok, hundirîn û jinan û dermanxaneyekê dike. Dîsa dê cihên mayîna demkî a nexweşxan bê hazirkirin û zemînê navendeke tenduristiyê ya tê veguhestin ya taybet bi jinan tê kirin.TEPQA-KARE-HEYVA-SOR-A-KURD1 ‫(1)‬ ‫‬

Di heman çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd nêzî 10 cure derman dan nexweşxaneya Tebqayê.

Rêveberê Heyva  Sor a Kurd a Kobanê Bijîşk Neisan Ehmed da zanîn ku pêwîstiya nexweşxaneyê bi alavên tenduristiyê û derdora 50 cureyên dermanan heye.

Ehmed da zanîn ku ew ê xebata xwe li bajarê Tebqayê bidomînin.

(nse)

ANHA